'Me bi zarokên xwe re bi yek rihî parastina axa xwe dikir'

  • 09:02 16 Çile 2020
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di Berxwedana Serdemê de bi têkoşînek mezin seferber bûne, axivîn û gotin: "Me jî wek dayikan çek rakiribû. Em li pişt hêza xwe ya me diparast bûn û li dijî dewleta tirk û çeteyên wê me şer dikir. Me li dijî dagirkeriya dewleta tirk, bi zarokên xwe re bi yek rihî parastina ax û rûmeta xwe dikir."
 
Di Berxwedana Serdemê de Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê banga gel kir da ku axa xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Dayikên Erfînê jî tevlî seferberiya têkoşînê bûn û çek rakirin, bi birîndaran re eleqeder bûn û xwarin ji têkoşeran re çêdikirin. Jinên ku tevlî seferberiya têkoşîna Berxwedana Serdemê bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'58 rojan me li ber xwe da' 
 
Resmiyê Ehmed Mihemed a ji Efrînê ye û 50 salî ye, wiha behsa seferberiya têkoşînê kir : "Dewleta tirk bi riya gefan xwest gelê Efrînê bitirsînê û ji axa wan derbixîne, lê gel berovajî hîn zêde bi hêrs bûn û dev ji axa xwe bernedan. Me li Efrînê ji bo parastina axa xwe, xwe fêrî çekan kir. Em li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser piyan û li çalakiyan bûn. Em wek dayik 58 rojan me bi şev û roj ewlekariya gelê xwe digirt û tu tirs jî nas nedikir. Me soza xwe li erdê nehîşt û 58 rojan me li ber xwe da. "
 
'Me bi zarokên xwe re bi yek rihî parastina axa xwe dikir'
 
Resmiyê diyar kir ku wê jî li Efrînê li dijî dagirkeriyê çek rakiriye û parastina axa xwe kiriye û wiha domand: "Me jî wek dayik çek rakiribû, em pişt hêza xwe bûn û li dijî dewleta tirk û çeteyên wê me şer dikir. Me li dijî dewleta tirk, bi zarokên xwe re bi yek rihî parastina rûmeta xwe dikir. Me hêz ji şervanên xwe digirt û wan jî hêz û morelên xwe ji me digirtin."
 
'Ji bo rizgarkirina Efrînê çi ji me were xwestin bi dil  û can amade ne'
 
Gulê Henîf a 64 salî ye û di berxwedana serdemê de tevlî seferberiya têkoşînê bûye wiha got: "Erdogan û çeteyên wî bi êrîşên xwe  yên hovane xwest gelê Efrînê koçber bike, mal û milkên wan talan bike. Ez jî wek dayikekê tevlî seferberiya têkoşînê bûm û me tax û gelê xwe ji dagirkeriya dewleta tirk diparast. Her wiha me bi vî temenê xwe li kêleka zarokên xwe li dijî dagirkeriyê çek rakiribû û me şer dikir. Em niha koçber bûne û li Şehbayê bi cih bûne û em berxwedana xwe didomînin, heta em vegerin Efrîna xwe. Em niha jî  ji bo rizgarkirina Efrînê, çi ji me were xwestin em bi dil û can amade ne."