'Tecrîd li ser fikra netewa demokratîk e'
- 09:03 16 Çile 2020
- Rojane
Rojda Seyidxan
QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrîkê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî pêkhateyan e. Ji bo wê pêwist e hemû kesên cîhanê rabin ser piyan û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin."
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anîn. Ji wê demê û heta niha tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Parêzer û malbat her tim di nava hewildanan de ne ji bo ku serlêdanê bikin, lê serlêdana wan nayên qebûlkirin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê nêrînên xwe parve kirin.
'Rêber Apo ji bo azadî û wekheviyê dixebite'
Elîf Qasim tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em komploya ku li ser Rêberê me tê kirin bi tundî şermezar dikin. Serokê me ji bo azadî û wekheviyê dixebite loma hatiye dîlgirtin. Her wiha kesê ku îro ji bo azadiya jinê tev digere Rêber Apo ye. Ez bang dikim ku hemû jinên cîhanê rabin ser piyan û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin."
'Em ê her dem ji bo azadiya gelan têbikoşin'
Wefa Elî jî li ser tecrîdê wiha nêrîna xwe parve kir: "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî pêkhateyan e, ji bo wê pêwist e hemû kesên cîhanê rabin ser piyan û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Rêber Apo bi fîzîkî ne di nava me de ye, lê dil û mêjiyê Rêber Apo her dem di nava civakê de ye. Em soz didin Rêber Apo ku em ê her dem ji bo azadiya gelan têbikoşin."
'Tecrîd li ser fikra netewa demokratîk e'
Jîn Yusif jî têkîldarî tecrîdê wiha got: "Dijminê ku îro tecrîd li ser Rêberê me pêk aniye û xistiye nav çar diwaran, daxwaza wan ew e ku tecrîd li ser fikra netewa demokratîk pêk bîne. Dijmin dixwaze wekhevî û azadî di nava civakê de têk biçe, lê em weke jin nahêlin ku wekheviya di navbera pêkhateyan de têk biçe. Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser Gelê Kurd e."







