Fîlmê "Ji Bo Azadiyê" li bajarê Dêrikê hat pêşandan

  • 09:35 16 Çile 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Fîlmê  bi navê "Ji bo azadiyê" li bajarê Dêrikê hate pêşandan.
 
Fîlmê bi navê "Ji bo azadiyê" yê di derbarê berxwedana Sûrê ya Amedê ku ji aliyê Komîna Filîmên Rojava ve û bi derhênertiya Ersîn Çelik ve hate amadekirin, li Dêrîkê li navenda çand û hunera şehîd Dicle ya girêdayî Kantona Qamişloyê hate pêşandan. Ji bo temaşekirina filîm bi dehan sazî û dezgehê sivîl amade bûn. Her wiha filîm li bajarê Qamişlo, Kobanê, Hesekê û bajarokê Rimêlanê  jî hate pêşandan. 
 
Têkîldarî mijarê Endamê Rêveberiya Komîna Filîmên Rojava Şêro Hindî wiha got: "Me di sala 2017'an de amadekariya filîmê "Ji bo azadiyê" kir. Filîm li ser berxwedana Sûrê ya Amedê ye. Di wê demê de gelê Bakurê Kurdistanê xwestin ku îrade û xweseriya xwe teqez bikin, lê dewleta tirk bi tank û topên xwe xwest ku wê berxwedanê tune bike.  Armanca me ew e ku ev çîrok û berxwedan her zindî bimîne û bijî."