'Wê vê pergalê jin biguherin'
- 11:35 16 Çile 2020
- Rojane
Medîne Mamedoglu
MÊRDÎN - Seroka Daîreya Jin û Ciwanan Gulîzar Îpek a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku li dijî polîtîkayên tayînkirina qeyûman derket û ji karmendiya dewletê hat derxistin wiha got: "Bi vê biryarê ne dikarin jinan û ne jî têkoşîna wan asteng bikin. Em li her derê ne. Wê vê pergalê jin biguherînin.
Gulîza Îpek a ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê piştî hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an ji bo Serokatiya Daîreya Jin û CIwanan hat tayînkirin, ji aliyê Walî Mustafa Yaman ê Mêrdînê ku wekî qeyûm di 19'ê Tebaxa 2019'an de hat tayînkirin ji peywirê hat girtin û piştre jî sewkî Lijneya Bilind a Dîsîplênê hat kirin. Gulîzar bi biryara ku ji aliyê lijneyê ve hat dayîn ji karmendiya dewletê jî hat derxisitn. Gulîzar a ku bertek nîşanî biryarê da diyar kir ku bi biyryara hatiye dayîn re nikarin têkoşîna jinan asteng bikin û got ku ew ê biryarê bibe darazê.
'Li hemû qadan jin bûn hedefa qeyûman'
Gulîzar diyar kir ku ew berî bi du rojan bi biyra lijineya ku kom bû re ji karmendiyê hatiye avêtin, anî ziman ku ev biryar hemû nêzîkatiya hişmendiya qeyûman a li dijî jinê nîşan didin û wiha got: "Di sala 2019'an de min wekî Seroka Daîreya Jin û Ciwanan dest bi peywirê kir. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji ber polîtîkayên qeyûm ên li dijî jinê ez ji peywirê hatim dûrxistin û piştre jî ji bo ku min ji karmendiyê biavêjin min sewkî Lijneya Bilind a Dîsîplînê kirin. Piştre jî karmendiya min hat betalkirin û ji kar hatim avêtin. Hedefa yekemîn a qeyûman her jin in. Ji ber wê jî gelek hevalên me yên jin negirtin şaredariyê û bi mobînga aborî û psîkolojîk re rûbirû hiştin."
'Nikarin me biçewisînin'
Gulîzar wiha dawî li axafitna xwe anî: "Ez ji karmendiyê hatim avêtin lê ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ez ê bi riya darazê mafê xwe bixwazim. Ez careke din dibêjim ku vê neheqiyê qebûl nakim. Em jin li her derê ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin."







