Ji bo Gulîstan Dokû biryara lidarxistina mîtîngê hat dayin

  • 12:19 16 Çile 2020
  • Rojane
DERSIM - Hêzên Ked û Demokrasiyê, derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya agahî jê nayê girtin û bûyera tecawîza zarokan a li Pêrtagê hat jiyîn de, wê sibe mîtîngê li dar bixin û ji bo tevlîbûna mîtîngê bang kirin. 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li Dersimê, derbarê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya gahî jê nayê girtin û bûyera tecawîzkirina 15 zarokan a li navçeya Pêrtagê hat jiyîn de, wê sibe mîtîngê li dar bixin. Mîtîng wê bi dirûşmeya “Emê rê nedin dejerebûnê. Emê xwedî bajarê xwe, zarokên, pêşeroja xwe û xwe xwedî derketin” li Qada Seyît Riza saet 10.00’an dest pê bike. 
 
Seroka Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya Dersimê Şukran Yilmaz, bal kişand ser tacîz, tecawîz û bûyerên windakirinê yên di demên dawî de pir zêde bûne û got: “Li Dersimê, di demên dawî de bûyerên wiha pir zêde rû didn. Weke mînaka tecawîz û tacîza zarokan û windakirina Gulîstan Dokû. Li dijî van bûyeran divê em îro bêdeng nemînin. Ger em bêdeng bimînin, emê pêşiya pêşeroja civakî jî bigirin. Ji ber vê, mîtînga ku em ê li dar bixin, pir girîng e. Em dixwazin hemû kes beşdarî mîtîngê bibin.” 
  
Şukranê, da zanîn ku wê Baroya Dersimê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Federasyona Gelan a Demokratîk û hemû beşên civakî wê tevlî mîtîngê bibin.