Platforma Jinan a Enqereyê: Heta Gulîstanê bê dîtin wê têkoşîna me bidome
- 14:02 16 Çile 2020
- Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê derbarê Gulîstan Doku da daxuyanî da û wiha got: "Em ê li dijî pergala baviksalar û polîtîkayên wê têkolîna xwe bidomînin. Heta ku Gulîstan bê dîtin û rewşa wê diyar bibe em ê lêgerîna xwe berdewam bikin."
Platforma Jinan a Enqereyê derbarê Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulîstan Doku ya hat windakirin de civîna çapemeniyê li dar xist. Li salona ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta bi dirûmên "Gulîstan Doku li ku ye" hat daliqandin û li ser navê platformê endama platformê Dîlek Yildiz daxuyanî xwend.
'Çima agahî nayên parvekirin'
Dêrsim bajarê ku her kes hev nas dike ye û biçûk e. Dîlek di bardewamiyê de anî ziman ku bajar her dibin çavdêriya polîsna deye, li gel vê jî ev demeke ku ji Gulîstanê agahî nayê girtin û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Em dibêjin ku tê xwestin ser bûyerê bê girtin, ji bo ku Gulîstan bê girtin tu xebat nayê kirin. Bi taybetî jî derbarê kiryarê yekem de ji raya giştî re tu agahî nayê dayîn. Di serî de gotin ku ev kes derketiye dervê welêt û piştre jî gotin ku di bin çavan de ye .Başe wê demê çima îfadeya kesê di bin çavan de bi raya giştî re nayê parvekirin."
'Mirov winda nabin tên widakirin'
Dîlekê diyar kir ku êrîşa li dijî jinan û destdirêjiya li wan bûye wekî bûyerên ji rêzê. Dîlekê wiha axaftina xwe berdewam kir: "Windabûna gulîstanê girîng nayê dîtin, raya giştî nayê agahdarkirin. Lê em rêxisitnên jinan em ê bibin şodarê bûyerê. Kes wina nabin tên windakirin. Ev bûye rastiya jinê. Mixabin jin tên kuştin û an jî ber bi mirinê ve tên dafdan. Ger ku li heberî windakirina Gulîstanê hestiyariyek heye ew jî encama têkoşîna jinan û ya şêniyên Dêrsimê ye. Lê muxatabên bûyerê li dijî lêgerîna ku tê kirin dibin asteng, çalakiyan qedexe dikin û dixwazin jinan bêdeng bikin."
'Dixwazin polîstîkayek sîtematîk bikin meriyetê'
Dîlek êrîşa zayendî a ku ji aliyê peywirdarê Zanîngeha Munzurê ve li zarokan hat kirin jî bi bîr xist û got: "Derbarê bûyerê de tu lêpirsîneke cidî ji aliyê rayedaran ve nehatiye kirin. Bi vê sersariyê re rayedar dibêjin ku hûn dikarin êrîşî jin û zarokan bikin û tu lêpirsîn derbarê we de nayê vekirinf. Em dibînin ku di vî warê de polîtîkayeke sîtematîk heye. Dî sa li Şirnexê jî êrîşa zayendî ya li dibistanan derketibû holê . Lê Şirnexê mudurê dibistanê ji 50 zarokan re peyam şandibûn û êrîşa zayendî li dijî wan pêk anîbû. Lê em dibînin ku heman kes li dibistaneke din hatiye peywirdakirin. Bi vê ji kiryare tê gotin ku tu karê xwe berdewam bike tu kes nikare tiştekî bi te bike."
'Em ê pirsa Gulîstan li ku ye? her bikin'
Dîlekê herî dawî wiha got: "Em dizanin ku siyaeteke ciwanan ji bûyerên bi vî rengî re dike amûr heye û li ser bedena zarokan polîtîka tê kirin. Em rêxistinên jinan jî em ê li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe berdewam bikin. Wekî jin û ciwanan jî divê helwestek û sekneke xurt bê nîşandan .Em wekî Platforma Jinan a Enqereyê jî dibêjin ku em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin û heta ku Gulîstan bê dîtin em ê şopdarên dozê bibin."
Daxuyanî bi dirûşma "Piştevaniya jinan dide jiyîn" bi dawî bû.







