Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

  • 15:03 16 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengiz Yureklî û Mazlum Dinç bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv dimînin.