Li Şehbayê xwepêşandan bi dawî bû
- 15:46 16 Çile 2020
- Rojane
ŞEHBA - Çalakiya Konê ku li Şehbayê bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşizimê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" hatibû vedan di roja xwe ya sêyem de bi dawî bû.
Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star çalakiya xwepêşandanê bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşizmê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" dabû destpêkirin di roja xwe yê sêyem de bi dawî bû.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê gel dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser girîngiya jinê di jiyanê de û rola wê hat guhdarkirin. Li ser navê Kongreya Star a Efrînê Leyla Îbîş, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mûşîre Mele Reşîd, li ser navê Meclîsa Kampa Berxwedan Muhamad Reşo, li ser navê Koordinisiyona partiyên siyasî Elîf Şêx Mihemed axivîn û gotin: "Armanca dewleta tirk a tecrîdkirina Rêber Apo qirkirina Gelê Kurd û sistema netewa demokratîk e, lê em weke Gelê Kurd tu carî bi komployên qirêj yê dewleta tirk tune nabin. Em ê xeta berxwedan û têkoşînê mezin bikin û komplo û planên dewleta tirk têk bibin."
Xwepêşandan bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.







