Xwendekarên Kobanê: Li dijî êrîşan em ê xwendina xwe dewam bikin
- 09:02 17 Çile 2020
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Xwendekarên Kobanê nêrînên xwe di derbarê êrîşên dewleta tirk û bandora neyînî ya şer ku li xwendina salê kiriye anîn ziman û gotin: "Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, wê li pêşiya xwendina me nebe asteng."
Ji ber sedema êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên di 9’ê cotmeha 2019’an de ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendevanên herêma Firat û herêma Cizîrê mehekê nedikarîn xwendina xwe bidomînin. Zarokên ku ji ber êrîşan ji bajarê xwe koçberî deverên cuda bûne ji derfetên xwendinê bêpar mane. Her çendî li kampa Waşokanî û kampa Girê Sipî dibistan ji xwendekaran re hatibin vekirin jî, lê belê gelek malbatên ku neçûne van kampan hene û zarokên wan hemû ji xwendinê dûr mane. Her wiha gelek gundên ku li ser sînorên di navbera Bakurê Kurdistan û Bakurê Suriyê de ne jî, ji ber bandora şer hîna jî dibistanên wan gundan ji xwendevanan re girtîne. Ji ber sedemê şer xwendina îsal wê mehekê ji demsala havînê were li ser xwendinê zêde bikin. Ji bo ku xwendevan bikaribin sala xwe ya xwendinê temam bikin, bi awayekî fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve mehek li xwendina îsal hate zêdekirin. Şer çiqas bandorên neyînî li ser xwendinê kiribin, di heman demê de gelek bandorên neyînî li ser derûniya zarokan jî kiriye, mamoste hewil didin ku bi zarokan re bibin alîkar û gavên baş bi wan bidin avêtin.
Di vê çarçoveyê de xwendekaran nêrînên xwe yên di derbarê êrîşên dewleta tirk û bandora şer ya li ser xwendinê ji ajansa me re parve kirin.
'Tevî hemû êrîşan em xwendina xwe didomînin'
Xwendekara bi navê Narîn Musa di pola 11'emîn de ye û li dibistana Ş. Hogir dixwîne da zanîn ku dewleta tirk ne tenê êrîşî axa wan dike, di heman demê de êrîşî zimanê wan jî dike û wiha got: "Di encama êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a faşîst de hemû qadên perwerdeyê hatin sekinandin. Em weke xwendekar jî mehekê ji dibistanên xwe qut bûn. Dewleta tirk ne tenê bi awayekî çekdarî êrîşî ser civaka kurd dike, di heman demê de şerê derûnî jî dide meşandin. Ev 9 sal in em li van herêman bi awayekî azad dijîn û bi zimanê xwe dixwînin. Em ê ji niha û pê de jî têkoşîna xwe xurtir bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin."
'Mafê her gelî ye ku bi zimanê xwe bixwîne’
Xwendekara Peymangeha Ş. Zozan Alîn Şêxo jî da zanîn ku di 9’ê cotmehê de gel gelek zehmetî jiyan û gelek jin, zarokan jî jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: "Di serdama şer de gelek xwendekarên bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji xwendinê bê par man. Aliyekî din jî zanîngeha Kobanê jî, ji ber şer û dagirkeriya dewlet tirk dereng hate vekirin. Em her roj bi metirsî diçin dibistanê, ji ber em nizanin bê ka kengî wê dewleta tirk êrîşî ser axa me bike. Li hember şerê qirêj ku li herêmên me diqewimin em ê têkoşîna xwe xurtir bikin û xwendina xwe berdewam bikin. Armanca dewleta tirk ew e ku gelê herêmê qir bike, ziman û çanda me tune bike."
'Em ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin'
Xwendekara Zanîngeha Kobanê Înas Ebdî ku beşa biyolojî dixwîne, di axaftina xwe de teqez kir ku wê nehêlin êrîşên dewleta tirk li pêşiya xwendina wan bibe asteng û wiha axivî: "Şerê ku niha bi destê faşîzma dewleta tirk û çeteyên wê tên meşandin şerê tunekirina kurdan e. Ji ber êrîşên dewleta tirk xwendekar ji xwendina xwe qut dibin. Her wiha ev dagirker nahêlin em bi zimanê xwe bixînin. Êrîşên wan yên dagirkeriyê çiqas hebin jî, lê wê nikaribin me ji çand û zimanê me qut bikin. Em bi hêvî ne ku ev şer bê rawestandin û jiyaneke aram ava bibe."







