Keça Elîf Kisa vedibêje: Dayika min li dijî tu êşê, hêviya xwe winda nekir

  • 09:04 17 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Elîf Kisa ya 64 salî di 3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê de ji du zarokên wê yên astengdar hat kirin û hat girtin. Elîf Kisa tevî hemû zor û zehmetiyan hêviya xwe ya jiyanê winda nekir. Keça wê Hatîceyê wiha got: “Dayika min jinek gelek xurt û jiyana wê bi êş derbas bûye.” Elîf li girtîgehê herî zêde bêriya zarokên xwe dike.”
 
Li navçeya Elbîstan a Mereşê, di 3’yê Kanûna 2019’an de jina bi navê Elîf Kisa û hevjînê wê Alî Kisa bi talîmata serdozgeriyê hatin binçavkirin û bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê kirine’ hatin girtin. Yek jê giran du zarokên Elîfê yên astengdar hene û tevî îtîraz hat kirin jî Alî Kisa di 6’ê Kanûnê de hatin berdan û Elîf hîna girtiye.
 
Alî Kisa piştî hat berdan bi zarokên xwe Îsmaîl û Ahmet re daxuyaniya çapemeniyê pêk anî û diyar kiribû ku beriya kongreya HDP’ê ya Elbîstanê ya di 17’ê Mijdara 2019’an de pêk hatiye, rastî gefa polîsan  a weke ‘hûn biçin HDP’ê û tevlî rêveberiyê bibin em ê te bigirin’ hatine. Elîf a 64 salî tevî ku gelek nexweşiyê wê hene niha girtiye. Girtina Elîfê bandorê li ser zarokên wê jî dike.
 
Piştî jiyaneke zehmet, girtin..
 
Elîf di temenê biçûk de bavê xwe winda dike û piştî vê jî nikare biçe dibistanê. Malbat wê di temenê biçûk de dizewicîne û zarokê xwe yê ewil Îsmaîl di 16 saliya xwe de tîne dinê. Piştî fêr dibe ku kurê wê astengdar e têkoşîna wê ya nû dest pê dike. Piştî vê Ahmet jî astengdar tê dinê.  Li ser vê jiyana wê hêsan derbas nabe.  Elîf niha jî ji ber alîkarî daye girtiyekî ku kesê wê li Tirkiyeyê tune, bi sûcdariya ‘alîkarî daye rêxistinê’ girtiye.
 
Hatîce Ozdemîr ku yek ji çar zarokên Elîfê ye û li Îngîlîstanê dijî, bi parêzer Ozgur Çikin re ji ajansa me re axivî.
 
‘Dayika min di vî temenî de jî têdikoşe’
 
Hatîceyê diyar kir ku dayika wê jinek xurt e û jiyana wê bi êşê derbas bûye û got: “Dayika min her tim xurt bû. Li ser piyên xwe disekinî. 64 salî ye. Her tim rûken bû, ji mirovan gelek hez dike. Di nav xwezayê de jiyaye. Hêviya xwe tu car winda nekir. Tu nebaşî li mirovan nekiriye. Her kes hembêz dikir. Xwendin û nivîsandina wê tune bû lê her tim têdikoşe.”
 
5 cureyên dermanan bi kar tîne
 
Hatîceyê got ew ji dayika xwe dûr bû û got: “Ez ji ber dayika xwe her tim bi fikar im lê niha ez zêdetir bi fikar im. Dayika min di girtîgehê de ye. Birayên min bêyî dayika min nikarin jiyana xwe bidomînin. Dayika min rojê 5 dermanên cuda bi kar tîne. Gelek nexweşiyên wê hene. Ez her tim li dayika xwe digerim. Her tim digot ez nexweşim. Her tim dicemidî. Niha li girtîgehê ji ber zêde dicemide şûşeyên ava germ dike nav nivînên xwe. Wê şertê girtîgehê rewşa wê girantir bike. Gelo dayika min çi kir ku ev lê rewa tê dîtin. Dayika min çûye serdana girtiyekî. Dayika min bi erênkirina wezîr re her meh çûye hevdîtinê. Ger ev sûc be çima wezîr erê dike? Birayên min zehmetiyên mezin dikşînin. Niha birayê min li dayika min digere. Carna ji ber tunebûna dayika min hêrs dibe. Dayika min sê caran hat îngîlîstanê cem min. Her cara dihat bi gelek dermanan dihat. Her tim ditirsiya got ‘înşallah heta ez biçim derman neqedin’. Rewşa wê wisa ye… bi dermanan li ser piyan e.”
 
Parêzer Ozgur Çikin der barê dozê de nirxandin kir û got: “Çar sal berê bi sûcdariya endamtiya rêxistinê lêpirsînek hat meşandin. Piştî vê jî Elîf û Alî Kisa hatin girtin. Alî hat girtin Elîf jî bi şerdê kontrola edlî hat berdan. Alî 8 mehan girtî ma. Piştre hat beratkirin. Lê lêpirsîna der barê Elîfê de berdewam kir. Bi hinceta alîkarî daye hinek girtiyan hat girtin.”
 
Rûniştin di 1’ê Nîsanê de wê bê dîtin
 
Ozgur got ew li dijî girtina Elîfê matmayî mane û wiha got: “Yekane tiştê wê xemgîn dike kurê wê Îsmaîl e. Rûniştin di 1’ê Nîsanê de tê dîtin. Hêviya min ev e ku li dijî azadî û mafê mirovan rêzdarî bê nîşandan.”