Têkildarî erdheja Xarpêtê Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan

  • 16:23 29 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku, dewleta tirk bi xwe alîkariyê nade welatiyên bîme mexdûrê erdhejê, divê li benda dewletê nemînin em bi xwe alîkariya gelê xwe yê Xarpêtê bikin.
 
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê erdheja bajarê Xarpêtê de daxuyaniyek dan. Dayikan xemên mexdûrên erdhehejê parve kirin û ji malbatên qûrbaniyan re xemên xwe anîn ziman. Her wiha dayikan bang li gelê Kurd û raya giştî kirin ku li benda dewleta tirk nebin û alîkariya gelê mexdûr yên Xarpêtê bikin.
 
Daxuyaniya Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:
 
“Di destpêkê de em Dayikên Rojhilatê Kurdistanê xemên mexdûrên erdheja bajarê Xarpêtê parve dikin û sersaxiyê ji malbatên qûrbaniyan re dixwazin, bi hêviya selametî ji birîndaran re dixwazin.
 
Mixabin gelê Kurd di van salên dawî de gelek rûbirûyê komkûjî, mal wêranî, penaberî ji aliyê dagirkeran ve li gelê Kurd hate kirin. Her wiha li aliyê din gelê Kurd ji karesatê xwezayî jî para xwe girtin. Li her parçeyekî Kurdistanê ji bo bûyerên xwezayî yên ku rû didin, li parçeyên din yên Kurdistanê li hewara hev diçin bi yek dengî û alîkariya hev dikin ku birînên me karîne bêne pêçan û siviktir bibin. Ev yek cihê dilxweşiyê ye ji bo me.
 
Yek ji mînakên ber biçav erdheja di 2017’an ya li Kirmaşan û derdora wê rûdayî bi hezaran kes mexdûr bûn û qûrban bûn, mal wêranî li gel xwe anîn. Mixabin heta niha ji bilî alîkariya gelê me yên her çar parçeyên Kurdistanê û derdora welat ti aliyên din alîkariya me nekirin, weke dewlet jî alîkarî nehate pêşkêşkirin ji mexdûrên erdhejê re ku dewlet bi xwe alîkarî ne dida û ne dihişt alîkariyên din jî bigihin destê mexdûran.
 
Bi heman awayî niha dewleta tirk bi xwe alîkariya mexdûrên bajarê Xarpêtê nake û nahêle alîkariyên din jî bigihije destê mexdûran. Ji ber wê em gelê Kurd divê li benda dewletê nemînin, bi xwe birînên xwe bi pêçîn. Em Dayikên Aştiyê bang li her çar parçeyên Kurdistanê, cîhanê û gelê xwedî wijdan dikin ku bi her awayî ku bikarin alîkarî û piştgiriya welatiyên Xarpêtê bikin ku alîkar bin.”
 
Dayikan dubare xem û piştgiriya xwe ji bo gelê bajarê Xarpêtê anîn ziman û sersaxî ji malbata qûrbaniyan re xwest û ji birîndaran re jî selametî xwestin.