ROJEVA 30'YÊ ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 30 Çile 2020
  • Rojev
*Jinên bajarê Dêrikê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û wiha gotin: "Em dagirkeriya li ser welatê xwe qebûl nakin. Em ê welatê xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin."DÎMEN HEYE
 
*Bi rihê berxwedana Rûmetê û parastina ax, mal û milkên xwe, şêniyên gundê  Um El-Kêf di her kêliyê de di nava berxwedan û têkoşînê de ne û di şevên zivistana sar de germahiya dilê dayik û zarokên li hev kom dibe, geş dibe. DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên ji roja erdhêj pek hatiye heta niha li cemxaneyê dimînin, diyar kirin ku alîkarî ji bo wan nehatiye şandin û got: “Alîkariyên HDP’ê şûnde şandine. Gelo ew alîkariya ku tê çima vedigerînin? Alîkariyên ku hatine komkirin nadin taxên Elewiyan." DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, diyar kirin ku wê xeta têkoşîna jinan a yekbûyî bihûnin û rêxistinbûnê mezin bikin. Jinan got hemû biryarên di encamnameyê de hatiye girtin wê pratîze bikin û gotin qada herî pêşketî ya partiya wan wê rêxistinbûna jinan be. DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Piştevaniya Mor a Îskenderunê diyar kirin ku sedema zêdebûna şîdeta li ser jinan polîtîkayên desthilatdariyê û zimanê ku bikar tîne ye û got: “Tevî hemû zextan em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.”
 
*Endama Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç, diyar kir ku yek ji bajarên ku bûyerên şîdeta li hember jinan zêde dibe Mêrdîn e û di mehekê de 30 jinên rastî şîdetê hatine serlêdan kirine.
 
* Ji bo mêrê ku sê sal berê li navçeya Omerî ya Mêrdînê jina bi navê Bedîa Çakar qetil kiribû û cezayê muebetê hatibû dayîn û ceza ji aliyê Dadgerî û Dadgeha Îstînavê ve hat erêkirin.
 
*Seroka Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak, der barê projeya ‘Emanetê te ye’ ya ku bi hevkariya MEB û Weqfa Ensarê pêk hatiye de axivî û diyar kir ku di protokolên ku Daniştayê bi MEB’ê re îmze kiriye de, tê diyar kirin ku cemaat û weqf wê tevlî pêvajoyên perwerdê nebin, di perwerdê de bila birêveberirin bê sekinandin. Ayferê her wiha da zanîn ku perwerda karê xebatkarên perwerdehiyê ye û MEB’ê bi awayekî aşkera biryara darazê tune hesibandiye.”