Di şevên zivistana sar de germahiya dilê dayik û zarokên li hev kom dibin
- 09:03 30 Çile 2020
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Bi rihê berxwedana Rûmetê û parastina ax, mal û milkên xwe, şêniyên gundê Um El-Kêf di her kêliyê de di nava berxwedan û têkoşînê de ne û di şevên zivistana sar de germahiya dilê dayik û zarokên li hev kom dibe, geş dibe.
Um El-Kêf a ku 1 k.m dikeve Rojavayî navçeya Til Temirê, rojanw ji aliyê dewleta tirk komên girêdayî wê, rastî topbaranê tê. Jin û zarokên gund ên ku di bin dengê top û balafiran de dijîn, wateyê didin jiyanê. Şêniyên gund bi israra ku hebûna xwe ya li ser axa welatê xwe biparêzin, dijîn. Ji djiminên ku dixwazin warê wan talan û dagir bikin, dibin bersiv.
Bi hatina danê êvarê re tevgera jin û zarokên gund
Piştî ku roj li gund diçe ava, êdî zarokên ku li kolanan û nêzî malên xwe dilîzin, ber bi malên xwe ve biçin. Jinên gund ên ku li ber tîrêjên rojê û li kêleka dîwarê malê xwe rûniştîne, bi siberoja xwe, zarok û welatê xwe dihizirin. Xeyal û hêviyên ku di mêjîyê xwe de ava dikin bi xwe re dibin malê. Li malê jî heta ku serê xwe datînin û radizin jî, xelayên xwe zindî dihêlin. Hin dayik jî ji bo ku zarokên wan ên biçûk sermê negirin, agir berdidin sobeyê, da ku germahiya dilê wan geştir bibe. Di şevên zivistana sar de germahiya dilê dayik û zarokên li hev kom dibe geştir û xweştir dibe.
Şêniyên gund zibilê çêlekan û bişkulê bizanan hişk dikin û dixin sobeyan
Şêniyên gund di peydakirina madeya germahiya zivistanê mazotê, zehmetiyan dikşînin, lê ev yek nahêle ku li hember berxwedana wan bibe kelem. Şêniyên gund zibilê çêlekan û bişkulê bizanan hişk dikin û dixin sobeyan. Bi vî rengî alternatîfê diafirînin. Alternatîf ava kirin. Israra berxwedan, têkoşînê zindî dikin. Ruxmî top û guleyên ku ji aliyê çeteyan ve tên avêtin, şivan pezê xwe dibin çêrê û di seatên ber bi êvarê ve, vedigerîne malê.
Li derdora sobeyê malbat rûdinin û çîrokên dapîran parve dikin
Dayik û bav deriyê mala xwe digirin û tevî zarokên xwe li ber germahiya sobeyê rûdinên. Çîrokên dapîr û bapîran ji zarokên xwe re dibêjin. Tevî xeteriya heyî jî, malbat dev ji axa xwe bernadin. Zarokên xwe jî fêrî çanda têkoşîn û hezkirina axê dikin. Li gundê Um El-Kêf şevek ji jiyanê, dayikan ji me re parve kirin.
'Axa me cihê rûmetê ye'
Mirov dema kêliyekê li gundê Um El-Kêf digere, ast û şêwaza berxwedanê ya di tevgera gelê wê de dibîne. Hin malbatên ku bi şev ranazin û heta sibehê hişyar dimînin, dibêjin: "Em ê 24 seatan hişyar bin, em ji gundê xwe dernekevin û rê nedin talankirina mal û milkên me. Axa me cihê rûmetê ye, em dev rûmeta xwe bernadin."
'Mal û gundê me wargeh û stargeha me ye'
Fatma Ehmed yek ji dayikên gund e tevî zarokên xwe ev 15 sal in gundê Um El-Kêf dijî. Fatma qala jiyana gund û êrîşên dewleta tirk ên li ser gund dike: "Berî du rojan dîsa çeteyan top avêtin gundê me. Topên wan li hin deveran ket, lê tu zerar negihîşt zarokên me. Em û zarokên xwe li ber qiraxa çemê xabûr nêzî 2 seatan rawestiyan, paşê em vegeriyan mala xwe. Êvaran rewş pir xirab dibe, dewleta tirk û çeteyên wê jiyana me dixin xetereyê. Mal û gundê me wargeh û stargeha me ye."
'Ev ne axa Tirkiyeyê ye '
Hevjînê Fatma Ehmed Ebdulla jî wiha dibêje: "Me êrîşî dewleta tirk nekiriye. Ew çima sînoran derbas dike û êrîşî me dike? Yên ku raya giştî dixapînin û dibêjin em êrîşî kesî nakin û xaka Sûriyeyê dagir nakin, bila kerem bikin werin û rastiyê bibînin. Ev axa me ye, ne ya Tirkiyeyê ye, ji ber wê bila dewleta tirk û çeteyên wê tûrikê xwe bavêjin ser milê xwe û ji vir derkevin."







