Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê xeta têkoşînê ya yekbûyî ava bikin

  • 09:08 30 Çile 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, diyar kirin ku wê xeta têkoşîna jinan a yekbûyî bihûnin û rêxistinbûnê mezin bikin. Jinan got hemû biryarên di encamnameyê de hatiye girtin wê pratîze bikin û gotin qada herî pêşketî ya partiya wan wê rêxistinbûna jinan be.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşma ‘Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryarin’ di 18-19’ê çile de bi tevlîbûna 400 jinî 3'yemîn Konferansa jinan pêk anîn. Piştî konferansê di 27’ê çile de encamname hat aşkerakirin û di encamnameyê de der barê dema nû de gelek biryar hatin girtin. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Benazîr Coşkun û Nadiye Gurbuz, der barê biryarên ku di encamnameyê de cih digirin de nirxandin kirin.
 
Benazîrê diyar kir ku di encamnameyê de biryarên berfireh hene û got di konferansê de nirxandinên berfireh yên perspektîf û pratîk cih girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cîhan, Rojhilata Navîn, Kurdistan û Rojava bexwedaneke cidî heye. Ligel vê berxwedanê, êrîşeke emperyalîst ya serdest a mêr heye. Ev êrîş li Rojhilata Navîn xwe wek şer, li Tirkiyeyê wek faşîzm, li başûrê Amerîka û welatin din wek darbeya emperyalîst, nîşan dide. Lê li hemû cîhanê em dibînin ku hemû jin di têkoşîna li dijî van êrîşan de cih digirin. Li dijî kapîtalîzm, nîjadperestî, şovenîzm û hilweşîna ekolojîk, têkoşînek berfireh heye. Ji bilî vê jî jin bi rastî jî xeteke cidî ya têkoşînê dihûnin.”
 
‘2019’an bi berxwedana jinê dest pê kir bi berxwedanê dawî bû’
 
Benazîrê der barê şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî axivî û got li dijî êrîşan li hemû cîhanê bi hişmendiya enternasyonal xwedî li têkoşînê derketine û wiha berdewam kir: “Li Şîlî, dansa Las Tesîs a jinan bi tora enternasyonal a jinan li hemû cîhanê belav bû. Li Sudanê bi deng û pêşengiya jinê stranek tê çêkirin. Li Îranê jin çalakiyên Çarşame Spî dikin. Li Hîndîstanê jinan zincîra 620 km ava kirin. Yanî 2019 bi berxwedana jinê dest pê kir û bi berxwedana jinê bidawî bû. Ev li her derê cîhanê wisa bû. Li Tirkiyeye li dijî jinan êrîşên cidî mijara gotinê ne. Ev êrîş bi armanca afirandina tîplolojiya jinê ya ‘maqûl’ tên kirin. Ev êrîş dişibin neçîra pîrebokan. Bi hezarna jin hatin darizandin di salekê de 500 jin tên qetilkirin. Kujerên van ji qerekol û dadgehan bi rehetî derdikevin. Ligel vê krîzeke aborî ya giran heye. Krîz rê li ber întîxarên komî vedike. Jin ji vê rewşê bi awayekî giran bi bandor dibin.”
 
Akademiya jinan, koperatîf, torên piştevaniya jinan
 
Benazîrê di berdewamiyê de balkişand ser nîqaşên di konferansê de hatine kirin û wiha ragîhand: “Li dijî siyaseta mirinê, me siyaseta jiyankirinê axivî. Me got em vê siyasetê çawa biafirînin. Li ser xizaniya jinê ya ji ber krîza aborî giran bûye, di kampanyayekê de biryar hat girtin. Li ser yekbûna jinan nîqaş hatin meşandin. Ligel vê li ser Tora Enternasyonal a Jinan xebateke me heye. Dîplomasiya jinê demek dirêje xebatên wê hene. Di mijara ku maseya jinê ya xweser a Rojhilata Navîn bê avakirind e nîqaşên cidî hene. Di nokteya avakirina akademiya jinê, di nokteya pêkhatina hişê têkşîna jinê bê avakirin de nîqaşên cidî hene. Me têkoşîna li dijî serdestiya mêr ya di partiyan de nirxandin. Der barê pergala hevserokatiyê û heta nûneriya wekhev de ku di mekanîznameyan de wê çawa bê bikaranîn, de biryar hatin girtin. Li dijî kuştinên jinan; dikare çi bê kirin, bi rêxistinên jinan yên mezin re têkiliyeke çawa dikare bê danîn, hatin nîqaşkirin.”
 
‘Teşhîrkirin têr nake’
 
Benazîrê da zanîn ku li herêmê polîtîkayên şer ê taybet tê meşandin û wek mînak jî Gulîstan Doku ya ji 5’ê çile de agahî jê nayê girtin mînak nîşan da û got: “ Heta niha li hember jinan êrîşên sîstematîk hatin meşandin. Di konferansê de li ser piştevaniyê, li Kurdistanê ev êrîş çawa dikarin bên teşhîrkirin, ji teşhîrkirinê wêdetir dikare çawa pêşî lê bê girtin de nîqaş hatin meşandin. Kampanya û pêşniyarên wek vê derketin holê.”
 
‘Şîdet, tacîz, tecawiz rojevên serekene’
 
Endama Meclîsa jinan Nadiya Gurbuz jî got di salên dawî de li cîhanê tevgereke jinan a cidî derketiye holê û got tevgera jinan li cîhan, li Tirkiye û Rojhilata Navîn mezin bûye û ev tişt bi lêv kir: “Li dijî krîza kapîtalîzmê, jin li gelek welatan ji serhildanê re pêşengiyê dikin. Ligel vê li dijî jinan pêla êrîşên cidî heye. Jin ji bo maf û destkeftiyên xwe têkoşînên mezin didin. Ji bo mafên nû qezenc bikin berxwe didin. Li aliyê din şîdet, tacîz û tecawiza li hember jinan jî rojevên me yên serekene.”
 
‘Kapîtalîzm xizaniyê diafirîne’
 
Nadiyeyê destnîşan kir ku kapîtalîzm bi taybet xizaniyê diafirîne û herî zêde jî jin ji xizaniyê bi bandor dibin û got: “Ligel xizaniya jinan, binpêkirina keda jinê, tunekirina keda jinê ya malê di nav rojevên me yên sereke de ne. Yek ji perspektîfa me ya Meclîsa Jinan ev e ku di vê qadê de têkoşîn bê dayîn. Kapîtalîzm xwezayê talan dike. Di vê pêvajoyê de em jin wê têkoşîna ekolojiyê jî bidomînin. Di vê mijarê de jî biryara têkoşînê hat dayîn. Em ê meclîsên jinan jî xurt bikin. Çalakiyên jinan yên li cîhanê bandor li hev dikin. Şoreşa jinan a li Rojava li hemû cîhanê belav bû. Em di pêvajoyeke ku jin ji hev hêzê digirin de derbas dibin. Em hedef dikin ku bi toreke enternasyonalîst xwe zêdetir xurt bikin. Ji bo jina bi partiya me re jî têkiliyê ava bikin em hewl didin. Di 23’ê sibatê de HDP diçe kongreyê. Divê jin di HDP’ê de bibin yek û di kongreyê de hêzê bidin xwe. Tevlîbûna jinan gelek girînge.”