Piştevaniya Mor a Îskenderunê: Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin

  • 09:09 30 Çile 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
HATAY - Endamên Piştevaniya Mor a Îskenderunê diyar kirin ku sedema zêdebûna şîdeta li ser jinan polîtîkayên desthilatdariyê û zimanê ku bikar tîne ye û got: “Tevî hemû zextan em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.”
 
Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinan û li hemberî destkeftiyên jinan roj bi roj zêde dibin. Endamên Piştevaniya Mor ya Îskenderunê diyar kirin ku yekane armanca van êrîşan ev e ku jinan bikin kole û her wiha desthilatdarî tabloyeke dijminahiya li hember jinan xêz dike. Endamên Piştevaniya Mor a Îskenderûnê tekildarê şîdet û polîtîkayên ku tên afirandinde nêrînên xwe anîn ziman.
 
Aylîn Yuksel destnîşan kir ku krîza aborî giran dibe, desthilatdarî hewl dide zextên li ser jinan giran bike, bedela wê bi jinan bide dayîn û got: “Li Tirkiyeyê bi krîzê re AKP ji bo xwe biparêze hewl dide zextê zêde bike. Her çiqas piştî bertek û gotinan xwe wekê ku aligirên jinan nîşan bidin jî di 18 salan de me îcratên wan baş dît. Tevgerên jinan yên bi biryar û di daxwazên xwe de israr dikin, xwedî li mafên xwer derdikevin hene. Li dijî şîdet, tacîz, xizanî û kuştinên jinan dengê xwe bilind dikin.”
 
‘Jin bi hêrs in’
 
Aylînê bi lêv kir ku jin li dijî desthilatdariya ku şîdetê rewa dike û qanûnan pêk naynin, bi hêrs in û wiha berdewam kir: “Jinên xwedî li keda xwe derdikevin, ji bo azadiya xwe berxwe didin, bêguman desthilatdariyê dide zorê. Desthilatdarî, piştî nerazîbûna li dijî polîtîkayên şaş, bi çewisandinê xwe didomîne. Desthilatdarî tehemulê tu dengî nake û jinan dike hedef. Yekane îcrata erênî ya AKP’ê ya der barê jinan de Îmzekirina Peyman Stenbolê ye. Lê mixabin ew jî pêk nayê. Li hember zarokan jî polîtîkaya şaş tê şopandin. Di pakêta darazê ya duyemîn hewl didin sererastkirina ‘ji bo îstîsmara zarokan bi riya zewacê efû’ bînin. Ev qanûna ku tecawizê rewa dike di rojevê de û hewl didin bikin qanûn.”
 
‘Li dijî şîdetê serî rakirin, sûc tê hesibandin’
 
Dîlek Koşar jî bi lêv kir ku ji ber ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê li Îskenderunê tevî bernameyê bûne, der barê wan de doz hatiye vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “25’ê Mijdarê rojeke bi deskeftiya jinan hatiye bidestxistinê ye. Bêguman wê jin di vê rojê de li dijî şîdeta li ser jinan dakevin kolanan û dengên bilind bikin. Polîtîkayên ku jinan xizantir dike, berbi karên bê ewle ve dibe, dayiktiyê mezin dike û hepsê malê dike, tên meşandin. Li malê, fabrîkayê, taxê keda jinê kat bi kat tune dibe. Hemû lênerîna zarokan a ydê jinan e. Li jinan tê barkirin. Her wiha niha jî hewl tê dayîn ku ji mafê nefeqeyê bêpar bihêlin û pêşî li destberdanan bigirin.”
 
‘Jinan davêjin plana duyemîn’
 
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser Peymana Stenbolê û got ev peyman pêk nayê û bi gotinên wekê ‘malbatan xera dike’ hewl didin nêrînê biafirînin û wiha dawî lê anî: “Hewl didin malbatê bikin plana ewil û jinan bavêjin plana duyemîn. Ji ber vê wê jin li her qadê xwedî li Peymana Stenbolê, li mafên xwe û destkeftiyên xwe xwedî derkevin.”