Li dijî hevkariya MEB-Weqfa Ensar bertek: Biryara darazê tune tê hesibandin

  • 09:10 30 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Seroka Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak, der barê projeya ‘Emanetê te ye’ ya ku bi hevkariya MEB û Weqfa Ensarê pêk hatiye de axivî û diyar kir ku di protokolên ku Daniştayê bi MEB’ê re îmze kiriye de, tê diyar kirin ku cemaat û weqf wê tevlî pêvajoyên perwerdê nebin, di perwerdê de bila birêveberin bê sekinandin. Ayferê her wiha da zanîn ku perwerda karê xebatkarên perwerdehiyê ye û MEB’ê bi awayekî aşkera biryara darazê tune hesibandiye.”
 
Li Karamanê di adara 2016’an de derketibû holê ku li malên girêdayên Weqfa Ensarê de 10 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Lê tevî vê desthilatdariyê piştgiriya xwe ji weqfê neda alî û ev jî xwe di projeyên bi Weqfa Ensar de xwe dide nîşan dan. Yek ji van projeyan jî pêşbirka bi navê ‘Emanetê te ye.’ Pêşbirk bi hevkariya weqfa Ensar û Wezareta Perwerda Neteweyî (MEB) wê li dibistanan pêk bê. Her wiha ev pêşbirk ne tenê dibistanên Îmam Hatîbê, hemû dibistanên Stenbolê dihewîne. Kurê serokomar Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan di 17’ê çile de li Şîlî ya Stenbolê li Otelekê bi tevlîbûna Midûrê Perwerda Navendî û midûrên perwerdê yên navçeyên re, pêşbirk da nasîn.
 
Seroka Şaxa Hejmar 3 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak mijdar nirxand û diyar kir ku MEB biryarên darazê tune dihesibîne û pêvajoya perwerda zarokan dike rîskê û malbat û mamoste di vê mijarê de hişyar kir. Ayfer diyar kir ku MEB’ê tevî biryarên dadgeriyê bi weqfa Ensar re gelek protokol Îmze kiriye û got: “Bi vê jî cemaatê tevlî pêvajoyên perwerdê dikin. Em ê hewldanên xwe yên li dijî vê pêkanîna MEB’ê bidomînin. Mijara din ya girîng ev e ku lêçûnên van bernameyên ne qanûnî ji aliyê wezareta perwerdê ve tê dayîn û ev di protokolan de hatiye diyarkirin. Me der barê van protokolan de doz vekirin. Dozên me der barê Ensar de vekirine jî li holê ye. 8’emîn Daîreya Daniştayê diyar kir cemaat û weqf nikare tevlî pêvajoyên perwerdê bibin di perwerdê de bi rêvebirin bê sekiandin. Tevî vê ev protokol ji aliyê MEB’ê ve tên dirêjkirin. Ev li dijî hiqûqê ye.”
 
‘Girtina mamosteyan ne MEB, Wezareta Aboriyê diyar dike’
 
Ayferê diyar kir ku kesekî ku perwerda formasyonê negirtibe, MEB mafê mamostetiyê nadê, lê ji bo kesên ji weqfa ensar û cemaatê, rayaya perwerdê tê dayîn û got: “Ev pêkanîna mijara gotinê rê li ber pirsgirêkên cidî yên pêvjaoyên perwerdê vedike. Tayînkirina mamosteyan ne li gorî hewcedariya MEB’ê li gorî tabloya aborî ya wezareta Aboriyê tê diyarkirin. Ji ber vê gelek kesên formasyon negirtine di bin navê ‘mamostetiya bi pere’ mamostetiyê dikin.”
 
Ji bo malbat û mamosteyan bang
 
Ayferê di vê mijarê de diyar kir ku ew bang li hemû malbat û mamosteyan dikin ku dijî pêşbirk û pêkanînên wisa bi hestiyar tevbigerin. Ayferê di dawiyê de da zanîn ku bûyerên îstîsmarê yên di Weqfa Ensar yên li Karamanê hatine jiyîn, hîna di hişan de cihê xwe diparêze û got: “Wezîra demî ya Polîtîkayên Malbat û Civakî Sema Ramazan Oglu der barêmijarê de gotibû ‘Bûyereke ku hatiye jiyîn nikare weqfa me ya ku xizmetê dide reş bike’. Biv ê gotinê jî derket holê ku AKP weqfa Ensar diparêze. Di mijarekê de îstîsmar û zarok derbas bibe wê demê ne bûyerek, gelek buyer hene. Zarokên me ji bo me bi nirx in, hêjane. Em nikarin jiyan û perwerda wan bavêjin rîskê. Perwerde karê cemawetan nîne. Karê kedkarên perwerdehiyê ye.”