Talana şûnwar û xwezaya Efrînê didome

  • 10:15 30 Çile 2020
  • Rojane
EFRÎN - Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde vê yekê bandorek neyînî li ser xwezaya Efrînê jî kir. Bi hezaran dar hatin jêkirin, cihên dîrokî jî hatin talankirin. 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê piştî ku Efrîn kir bin kontrola xwe şûnde hem zerar dan xwezaya Efrînê hem jî bi hezaran kes hatin kuştin, malên wan hatin talankirin û hatin koçberkirin. Darên ku bi destên dayik û bavên Efrîniyan hatibûn çandin û bi keda destên wan mezin bûbûn, ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê tên jêkirin û firotin. Piştî dewleta tirk û hevkarên wê herêma Efrînê dagirkirin, kiryar û hovîtiyên wan li xwezayê Efrînê roj bi roj zêde dibe û bi hezaran darên zeytûnan hil dikin. Darên ku bi destên dayik û bavên Efrîniyan bi kedek mezin hatibû çandin, piştî dagirkeriya Efrînê her roj xweza û dewlemendiya Efrînê tê talan kirin û firotin. 
 
Nêzî 6 hezar kes hatin revandin 
 
Li gor agahiyên ku gihaştine ber destên me, ji êrîşên destpêkê yên li ser Efrînê heta roja îro zêdetirî 543 ji wan 498 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Di encama îşkenceyê de 54 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 670 sivîl jî birîndar bûne. Nêzî 6 hezar kes hatin revandin û 3300 kes jî çarenûsa wan ne diyar e. 
 
Xwezayê Efrînê para xwe ji kiryar û talankirinê girt 
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê bi cih bûn şûnde 198 mayin  û erebeyên bombebarkirî li  gundewar, navçe û navenda Efrînê,  ji aliyê dewleta tirk  û hevkarên wê ve hatine teqandin. Li gor belgeyên ku di du salan de gihaştine ber destên me wiha ne "15 darên spîndaran, bi armanca bikin êzing û bifiroşin hatine qutkirin. 10 hezar darên zeytûn û 2180 donim erd hatin şewitandin. Her wiha di hundirê du mehên dawî de 50 hezar darên zeytûn, kişên pine (çam fıstığı), hinar û fêkî hatin jêkirin. 
 
Li Mabetayê 2500 dar hatin jêkirin
 
Li gorî çavkaniyên herêmî û dîmenên ku gihaştine ber destên me, li gundê Sariya ya navçeya Mabetayê ya Efrînê, çeteyên tabûra bi navê El-Munteser  lê bi cih bûne, kiryarên xwe yên hovane li ser xwezaya Efrînê dimeşînin û zêdetirî 2500 darên zeytûnê li gund jêkirine û wan daran dikin êzing û difroşin.
 
50 hezar xwendevan ji xwendinê pê par mane 
 
Li Efrînê 64 dibistanên gundewar, navçe  û Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatin rûxandin û kirin cihê leşkerî. Di encamê de 50 hezar xwendevan ji xwendina xwe bêpar mane. Her wiha goristanên olî jî rastî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê hat. Goristana olî ya Êzidî jî tevî navenda yekîtiyê hatiye rûxandin. 
 
Cihên dîrokî hatin rûxandin
 
Li gor belgeyan 17 cihên dîrokî hatin rûxandin û hinek ji wan navê wan wiha ne: "Sîros ango Nebî Hûrî, Tepê Eyndarê, Beradê û Dêr Mermeron" hwd. her wiha tabloyên mozaîk ya 'Nebî Hûrî' ji aliyê çeteyê bi navê Mihemed Eloş ve hatiye dizîn. Navrokên Dêra Incîlîkê ya Efrînê jî hate dizîn. Her wiha goristana têkoşerên azadiyê û sivîlan jî hatine rûxandin. Zêdetirî 50 jin hatine qetilkirin 210 jin birîndar bûne, 60 jin rastî îstîsmara zayendî hatine û 3 jinî dawî li jiyana xwe anîne.
 
Di sala 2018'an de 70 ton zeyt hate dizîn
 
Dewleta tirk û hevkarên wê 140 kargehên zeyta zeytûnan talan kirin. Li gor bilançoyê dewleta tirk û hevkarên wê di sala 2018'an de 70 ton zeyta zeytûnan talan kirine û di bin navê zeyta tirkan li derveyî welat difroşin. 7 kargehên sabûn û bêrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatine bidestxistin. Di du salên kontrolkirina Efrînê de ji sedî 20 ji dewlemendiya xwedîkirina lawiran maye.
 
Di 2 salan de li Şehbayê 102 êrîş pêk hat 
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin bin kontrola xwe şûnde gel neçarî koçkirinê bû. Du sal in gelê Efrînê li Şehbayê dijî, lê hê jî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê didome. Li gorî belgeyan 102 êrîş bi rêya bombebaranan li Şehbayê û gundê Şêrewa ya Efrînê hate jiyîn. Di encama van êrîşan de 41 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û 78 kes di nav de jin û zarok birîndar bûn.