Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît!
- 13:28 1 Sibat 2020
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê gilîkirina nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser a li Girtîgeha Bakirkoyê ku li dijî lêgerîna tazî kiribû red kir û îdia kir ku lêgerîna tazî li gorî qanûnan e.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Sadiye Eser li Stenbolê di 29’ê mijdara 2019’an de hatibû binçavkirin û di 3’ê kanûna 2019’an de jî bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Dema ku Sadiye dibin girtîgehê di têketina Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji lêgerîna tazî re derbas dikin. Sadiye li dijî vê lêgerîna tazî serî li dozgeriyê dabû û gilî kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê têkildarî serlêdana Eser biryara “Pêwîstî bi dozvekirinê nîne” da û serlêdanê red kir. Serdozgeriyê îdia kir ku lêgerîna tazî li gorî qanûnan pêk hatiye.







