Ji bo piştgiriya gelê kampa Waşukaniyê daxuyanî hat dayîn
- 14:21 1 Sibat 2020
- Rojane
ŞEHBA - Ji bo piştgiriya Gelê Serêkaniyê, Rêxistina Civaka Sivîl a herêma Efrînê daxuyaniyek da.
Bi armanca piştgiriya gelê Serêkaniyê ku di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de koçber bûne û li kampa Waşûkanî bi cih bûne, gelê wargeha Serdemê ya Kantona Şehbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de saziyên civaka sivîl a herêma Efrînê, Yekîtiya Êzdiyan, Kongreya Star, gelê Kampa Serdemê û yekîtiya rewşebîr amade bûn. Daxuyanî ji aliya Endama Saziyên Civaka Sivîl a herêma Efrînê Ronahî Oso ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Ji bo pêkanîna nexşeya Osmaniyan dewleta tirk her şerê xwe bi ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ve daye meşandin û tenê ji bo berjewendiyên xwe gel hedef girt û bi hezaran kes li ser warê xwe koçber bû. Bi hinceta qaşo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî bi rêya komên çekdar ên terorîst wek DAIŞ’ê û Cebhêt El-Nûsra ji bo dagirkirina Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê di 18’î adara 2018’an de û herî dawî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî xist xizmeta xwe Di şerê xwe de gelek komkujî pêk anî û guhertina demografîk dest pê kir. Bi rêya tengavkirina jiyana niştecihên bajarên dagirkirî û bi cihkirina malbetên ereb, tirkman û çeteyan daxwaza pêkanîna armancên xwe dewam dike.
Ji bo parvekirina êşên gelê me yên ji warê xwe koçber bûne, em weke rêxistinên civaka sivîl li Şehbayê erka ku dikeve ser milê me, em alîkariya madî û manewî bidin gelê xwe yê li kampa Waşukaniyê. Em bang li gelê xwe yên li Ewrupayê, hemu Rêxistinên Civaka Sivîl, Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên mirovan dikin, ji bo piştgirî û alîkarî bidin gelê me yên di kampan de û dewleta tirk ji axa me derbixin da ku gelê koçkirî vegere ser cih û warê xwe."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.







