Li Mûşê 3'emîn kongereya awarte hat lidarxistin

  • 14:56 1 Sibat 2020
  • Rojane
MUŞ - Li Mûşê kongereya  3'emîn a Awarte bi dirûşma "Em Di Azadiyê de bi israr in di têkoşînê de bi biryar in"  hate lidarxistin. Di kongreyê de hevseroka HDP'ê ya serdema berê Aynur Sarica axivî. Aynurê diyar kir ku li dijî êrîşan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Li Mûşê kongereya  3'emîn a Awarte bi dirûşmeya "Em Di Azadiyê de bi israr in di têkoşînê de bi biryar in"  li eywana Şato yê de hate lidar xistin. Hevserokê Partiya Demokratîk (HDP) yê Giştî Sezaî  Temellî, Parlementerên HDP'ê yên Mûşê Şevîn Coşkun, Gûlistan Kiliç Koçyîgît, Mensur İşik, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku cihê wî qeyûm tayîn kirin, Ahmet Turk û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyê tevlî kongreyê bûn. 
 
'Êrîş çiqas zêde bibin têkoşîna me ji ewqas zêde dibe'
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê hevseroka HDP'ê ya serdema berê Aynur Sarica axivî. Aynurê diyar kir ku ew ê li her deverên Tirkiyeyê ala têkoşînê bilind bikin û wiha axivî:" Di pêvajoyek wiha zor û zehmet de me li dijî hemû êrîşan li her deverên cîhanê têkoşîna xwe berdewam kir. Niha di girtîgehan de bi hezaran hevalên me têdikoşin. Hêzên ku ev rojên tarî li me dan jiyankirin em li vir şermezar dikin. Li her deverên cîhanê li dijî partiya me êrîş didomin. Li her deveran em berxwe didin. Di pêvajoyek wiha de barê me giran bû. Dibe ku di têkoşînê de em qels mabin. Em li vir rexnedayîna xwe didin gelê xwe. Êrîş çiqas zêde bibin têkoşîna me jî ewqas zêde dibe. Em li vir soza pêkanîna aşitiyê û azadiyê didin. Em li vir soza mezinkirina têkoşînê didin. Em serkeftinê ji rêveberiya nû dixwazin û dibêjîn serkeftin wê ya me be."
 
'Pêdiviya me bi aşitî û azadiyê heye'
 
Piştre Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan yê (HDP) giştî Sezaî Temellî axivî. Sezaî bi lêv kir ku ew ê bi têkoşîna azadiyê  ji gelên rojhilatanavîn re aşitiyê binin û wiha got:" Îktîdar çi bike bila bike em li vir in. Muş ya Me ye. Me hemû kongreyên xwe yên navendî û navçe bi dawî kir. Li tevî hemû xemginî û kêmasiyan hevalên ku li gel me têkoşîn kirin em ji wan re spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re  ser bikevin. Daxwazî û hêviya gelên Tirkiyeyê em in. Êdî dem dema xelaskirina îktîdarê ye. Ji ber wê jî em HDP'yî wê li her qadên Tirkiyeyê û cîhanê têkoşîna xwe didomînin. Em ê 24 seatan bixebitin. Em ê Tirkiyeyê, Rojhilatanavîn û cîhanê biguherinin. Pêdiviya me bi aşitiyê, azadiyê û demokrasiyê heye. Em ê bi hev re têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bidomînin."
 
Hevserokên HDP'ê yên Mûşê yên  nû Sîbel Genç û Abdulbarî Yîgît hatin hilbijartin.