Li Amedê Xizmên Windayan aqûbeta windayên xwe pirsîn

  • 15:19 1 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê Xizmên Windayan çîroka qetilkirina M. Emîn Çelîk ê di sala 1994’an de li navçeya Hezo ya Êlihê vegotin û aqûbeta wî pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 573’yemîn de çalakiya heftane ya ji bo windayan li ber avahiya ÎHD’ê li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî. 
 
Abdulah diyar kir ku ew dixwazin kujerên windayan demildest werin dîtin û werin cezakirin. Abdullah da zanîn ku çalakiya xizmên windayan û Dayikên Şemiyê li her deverê hatine qedexekirin û got: “Em ê li gel malbat û dayikên xwe li her deverê ji bo edalet pêk were, winda werin dîtin û kujer bên darizandin wan aciz bikin.” 
 
Abdullah polîtîkaya Tirkiyê ya ewlekariyê jî rexne kir û got: “Li şûna rewşek aştiyane û mafên mirovan werin dabînkirin, lê polîtîkayên ewlekariyê dixin dewrê. Tirkiye di polîtîkaya ewlekariyê de israr dike. Li şûna van notirvanên rayeya wan zêde kirine, bila notirvanên demokrasiyê hebin.” 
 
Piştî axaftina Abdullah Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka qetilkirina M. Emîn Çelîk ê di sala 1994’an de li navçeya Hezo ya Êlihê vegot û aqûbeta wî pirsî. 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.