Kongreya Star têkoşer Viyan Soran bi bîr xist
- 16:21 1 Sibat 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 14'emîn salvegera çalekiya fedayî ya têkoşer Viyan Soran, Kongreya Star a Bajarê Hesekê û Til Temirê, semîner dan.
Bi boneya 14’emîn salvegera Leyla Welî bi nasnava Viyan Soran ku di 2 Sibata 2006’an de li Heftenînê li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û çalakiya fedayî li dar xist, Kongera Star bi semîneran ew bi bîr xist.
Hesekê
Kongreya Star a bajarê Hesekê çalakiya têkoşer Viyan Soran a li dijî komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi semînerekê bi bîr xist.
Bîranîna çalakiya fedayî ya Viyan Soran ji aliyê Kongreya Star a bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan jinî, hat çêkirin. Semînera bîranînê li navçeya Giwêran a Bajarê Hesekê ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdeyê Bêrîvan Ismayîl ve, hat dayîn.
'Peyama têkoşer Viyan, peyama azadiyê bû'
Di destpêka axaftinên xwe de Bêrîvanê bal kişand li ser jiyana Têkoşer Viyan û rola wê di parastina doza tevgera azadiyê de û wiha domand: "Leyla Welî, di sala 1981'an de li Bajarê Silêmaniyê hatiyê dinê, Viyan ji eşîreya Caf e. Di sala 1997'an de beşdarî nava rêfên tevgera azadiyê bûye. Viyan yek ji pêşengên tevgera azadiyê ye û jineke bi rûmet bû. Viyan kevneşopiya berxwedêr a Başûrê Kurdistanê, bi xeta fedayî ya tevgera azadiyê ve girê dida. Dîlgirtina Rêbertî û komploya ku li ser hatiye meşandin, qebûl nekir. Têkoşîna xwe ya şorşgerî diyarî azadiya Rêber Apo kir. Peyama wê, peyama azadiyê bû.
Semîner bi dirûşmeya "Şehîd namirin","Jin Jiyana Azadî" bi dawî bû.
Til Temir
Bi armanca bîranîna salvegera têkoşer Viyan Soran, Kongreya Star a navçeya Til Temrê, semînerek li dar xist.
Bi boneya salvegera çalakiya fedayî ya têkoşer Viyan Soran ku ev 14 sal li ser derbas bûye, Kongreya Star a navçeya Til Temrê, semîner dan. Semîner li hola Meclisa Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên navçeyê, hat dayin.
'Viyan Soran mîrasek dewlemend ji têkoşînê li peyî xwe hişt'
Semîner bi deqeyeke rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.Paşê Endama Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif axafitna vekirinê kir û got: "Bîranîna pakrewana riya me ronî dike. Bi hezaran viyan didin şopa Viyan Soran. Bi çalakiya xwe ji jinên Başûrê Kurdistanê û tevahî jinên kurd re mîrasek dewlemend ji têkoşînê, li peyî xwe hişt. Viyana jiyaneke nû ji jinan re afirand. "
Paşê Endama Rêvebera Kongreya Star Xedîcê Asim nameya têkoşer Viyan ji beşdaran re xwend.
Semîner bi diruşmeya"Şehîd namirin"bi dawî bû.







