Perwîn Edwanî şandin girtîgeha Sinê

  • 16:57 1 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan a Kurdisanê ragihand ku rejîma Îranê çalakvana sivîl a kurd Perwîn Edwanî ku 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, şand girtîgeha jinan a bajarê Sine.
 
Dadgeha Şoreş a bajarê Merîwanê 5 sal ceza li çalakvana sivîl a kurd Perwîn Edwayî birîbû, lê piştre ceza li ber çavan re hat derbas kirin û 2 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdisanê ragihand ku Perwîn Edwanî ji ber nexweşiya Tiroîd (Thyroid) birin navenda perwerde û çaksaziyê ku pêwîstî bi tedawiya pizişkî heye. Li gorî heman çavkaniyê tevî ku berpirsê dadgeha Merîwanê ji nexweşiya Perwîn Edwayî agahdar bûn. Piştî dayina cezayê girtîgehê Edwanî şandin girtîgeha bajarê Sine.