50 kolber di nav berfê de winda bûn

  • 17:06 1 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz nêzî 50 kolber ji ber berf û bagerê winda bûne.
 
Li gor nûçeya Kolbernews şeva borî komeke kolber ku hejmara wan nêzîkî 50 kesî ye li Rojhilatê Kurdistanê li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ji ber berf û bagerê winda bûne.
 
Hat diyarkirin ku welatiyên herêmê ketine nav tevgerê û li kolberên winda bûne digerin. Her wiha bal hat kişandin ku welatiyan daxwaza alîkariyê ji hikûmetê kirine, lê heta niha bersivek nehatiye dayîn.
 
Li gel vê Kolbernews ragihand ku pêncşema borî hêzên rejîma Îranê li herêma Urmiyê du komên kolber gulebaran kirine. Di encama gulebaranê de kolberên bi navê Welî Gundek Mela û Osman Wezîrî birîndar bûne.