4'emîn Mîhrîcana Mîta li Şehbayê didome
- 17:08 1 Sibat 2020
- Rojane
ŞEHBA - 4'emîn Mîhrîcana Mîtan a ku bi dirûşmeya "Em jiyanê diçînin" tê lidarxistin, mîhrîcan di roja xwe ya 7'emîn li şanogeha Çiyayê Kurmênc navçeya Ehdas a Şehbayê, didome.
4'emîn Mîhrîcana Mîtan a ku bi Pêşengiya Tevgera Kevana Zêrêrîn li Şehbayê tê li dar xistin, didome. Mîhrîcana Mîtan li şanogeha Çiyayê Kurmênc bi beşdarbûna hemû sazî dezgehên herêmê pêk tê. Têde şanoger hemû berhemên xwe yên şongeriyê, pêşkêş dikin.
Şanoya roja 7'emîn a mîhrîcanê rêbazê rexne û rexnedayîn ji aliyê leyîstokên şanogeriyê hat dayîn. Paşê ji aliyê Tevgera Çand û Huner ve, şanoya bi navê 'Nisrîn' li ser zehmetiyên gelê Sûriyê û bi taybet Gelê Kurd, di dema Rejîma BAAS û dagirkeriya dewleta tirk de, pêşkêş kirin. Her wiha îsrara şêniyên Efrînê ji a berxwedan û tekoşînê ya piştî koçberiya wan li Şehbayê, di nava şanoyê de derket pêş.
Mîhrîcan didome..







