ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'AN
- 09:00 2 Sibat 2020
- Rojev
*Endama Weqfa Jina Azad a Beşa Tendirustîyê a li Kantona Kobanê Rojîn Hesen, derbarê nexweşiya penceşêrê û xeteriyên wê nêrîna xwe anî ziman û got: "Penceşêr nexweşiyeke xeter e, metirsiyê li ser jiyana mirovan dike. Bi rêya semînerên ku tên dayîn em jinan baldar û hişyar dikin. Armanca me ew e ku di warê tenduristiyê de pêşketî be ." DÎMEN HEYE
*Kovar, pirtûk û rojnameyên ku ji bo girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin şandin bi hinceta ‘Dadgeh qedexe nekin jî ji bo ewlehî û asayîşa saziyan’ nehat dayîn.
*Berdevka Komîsyona Hewldêriya Meclîsa Jinan a DTSO, Zeynep Eser diyar kir ku di perwerdehiya hewldêriyê ya ku dane de, jin ji mêran zêdetir eleqe nîşan daye û got: "Ji bo jinan her tişt du kat zehmet e lê tevî hemû zehmetiyan jin li ser piyan disekinin. Bila jin tu car netirsin. Bila bixwe bawer bin, hêza xwe bizanibin. Ger vê bizanibin wê azadiya aboriya xwe jî bigirin destê xwe.”
*Bertekên li dijî pêşnûme qanûna ‘di êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan de efû’ her diçin zêde dibin. Welatiyên Stenbolê diyar kirin li meclîsê pêşnûmeyeke wisa nikare bê qebûlkirin û gotin: “Gelo zarok çawa dikarin bên zewicandin. Ev pêşnûme zêdetir cesaretê dide mêran.” DÎMEN HEYE
* Endama Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Derya Aykol da zanîn ku qirêjia hewayê ya roj bi roj zêde dibe zirarê dide tenduristiya mirovan û ekolojiyê û got ji ber kanên xîzê hewa zêdetir qirêj dibe. DÎMEN HEYE
*Girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa T ya Şakranê diyar kirin ku tu weşanên Kurdî nikarin bigirin û wek hincet jî ‘zimanê nayê zanîn’ nîşan didin.
*Li navçeya Wanê ya Miksê Zohre Uluç ji aliyê hevserê xwe ve 4 salan bi tundiya sîstematîk re rû bi rû ma. Zohre niha li gel 3 zarokên xwe di avahiya hilweşiya û cemedgirtî de hewl dide bijî. Li gel ku servîskirina nûçeyê qeyûmê navçeya Riya Armûşê ku Zohre derewand û got ku ew ê alîkariya komirê bikîn, Zohre got:"Ez komirê naxwazim ez ji zarokên xwe re malek gerim dixwazim."







