Ne dadgehê îdareya girtîgehê qedexe kir: Kovar, pirtûk û rojname nedan girtiyan
- 09:03 2 Sibat 2020
- Rojane
STENBOL - Kovar, pirtûk û rojnameyên ku ji bo girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin şandin bi hinceta ‘Dadgeh qedexe nekin jî ji bo ewlehî û asayîşa saziyan’ nehat dayîn.
Ji bo 28 girtiyên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi riya PTT an jî malbatên wan ve 82 pirtûk, kovar û materyal hatin şandin. Serokatiya Lijneya Perwerda Midûriyeta Saziya Înfaza Cezaya Girtî ya Jinan a Bakirkoyê pirtûk û materyal lêkolîn kir û hinek hatin dayîn û hinek jî bi îdiaya ‘ewlehiya girtîgehê dike xetereyê’ nehat dayîn.
Hinek materyalên nehatin dayîn wihane:
Xizmên girtiya bi navê Turkan Sunbul ji bo wê pirtûka ‘Ozgur Eş Yaşam Jîneolojiya Gîrîş’, hejmarên kovara Uç Aylik Bîlîm û Kovara Kuram a Jîneolojiyê yên 10,11,12,12,14 hinceta ku der barê wan de biryara komkirinê hene nedan Turkanê.
Ji bo girtî Dîlek Oz, Hiyam Yolcu, Hulya Gerçek, Hatîce Duman, Zeynep Yeter, Songul Dîlek, Guneş Akan, Goncagul Telek, Dîlek Tataş, Elîf Vural Yaş di dîrokên cuda de hejmarên 407,408,409 yên rojnameya Atilim hatin şandin. Nûçeyên di rojnameyê de kirin hincet û nedan girtiyan. Di biryarê de hat diyar kirin ku di şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê de Tirkiye hatiye biçûxistin û li dijî yekitiya dewletê ye.
Hejmarê 90-91 a Rojnameya Yekitiya Têkoşînê jî hat îdia kirin ku operasyon wek komkujî hatiye nîşandan. Rojnameya Yenî Demokratîk hejmara wê ya 51’emîn kirin hincet û nedan girtiyan.







