Weşanên Kurdî nadin girtiyên jin

  • 09:09 2 Sibat 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa T ya Şakranê diyar kirin ku tu weşanên Kurdî nikarin bigirin û wek hincet jî ‘zimanê nayê zanîn’ nîşan didin.
 
Binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. Li girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Şakranê ku binpêkirinên mafan pir zêde ne, girtiyan bi hevkariya malbatên xwe name şandin û tiştên tên jiyîn vegotin.
 
‘Daxwazname nayên şandin’
 
Di nameyê de hat diyarkirin ku tu weşaneke bi Kurdî hatiye nivîsîn nikarin bigirin û hinceta nedayîna wan weşanan jî wek ‘zimanê nayê zanînê’ ye. Di nameyê de bertek nîşanê pêkanînê hat dayîn û wiha hat gotin: “Em der barê pirsgirêkan de serlêdana sûc dikin û daxwaznameyan didin lê gelek caran nayên şandin. Ji bo şopandinê em numareya derketinê dixwazin lê nadin. Ji ber ku daxwazname nayên şandin. Pêkanîna wêneyên sê kesî yên di pêvajoya OHAL’ê de anîne didome. Di hevdîtinan de wêneyên bi malbatan re tên kişandin, her kes ji bo wêneyê xwe pere dide. Lê carna pereyê her kesî tune ye. Carna karavana têr nake. Xwarinên ku nebaş in tên. Ji bo hevalên vejeteryan, dibêjin nexweş e û xwarinên diyetê tînin. Her tim heman tiştî tînin. Em nizanin şertên mutbexê çawa ne. Gelek caran di xwarinan de mû, bihok, ben derketin.”
 
‘Hem me hem jî malbatên me dike zorê’
 
Di nameyê de girtiyan bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên di hevdîtinên vekirî de û wiha berdewam kirin: “Mehê carê hevdîtina vekirî tê kirin. Berê saetek bû, piştî OHAL’ê bû 45 deqe. Gelek malbat ji derveyê Îzmîrê tên. Lê li şûna 45 deqeyan 30-35 deqe hevdîtin tê kirin. Me jî dereng dibin hevdîtinê. Em di hevdîtinê de nikarin silavê bidin nas û malbatan. Bi cezayê hevdîtinê me tehdîd dikin. Zextên psîkolojîk li me dikin. Di pêkanîna nû de montên malbatan derdixin. Tevî gelek nokteyên lêgerînê û alava 2x-ray jî montan derdixin. Ev bi armanca îşkenceya psîkolojîk tê kirin.”
 
Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin: “Nameyên me dereng dişînin. Gelek tên desteserkirin. Di heman demê de em nikarin ji du keasan re nameyê bişînin. Name û daxwaznameyên em ji NY,PE, DMME û saziyên din yên navneteweyî re dinivîsin jî nayên şandin û tên desteserkirin.
 
‘Beyî derman bikin dişînin’
 
Yek ji pirsgirêkên herî girîng jî pirsgirêka tendirustiyê ye. Doktorê revîrê heqaretê li havalên nexweş dike. Nexweşên kronîk kontrol û sewqa wan nayê kirin. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin em bi midûrê duyem re hevdîtinê dikin lê ew me dişîne cem midûrê yekemîn. Em dixwazin bi midûrê yekem re hevdîtinê bikin. Lê ew jî bi hefteyane bi me re hevdîtinê nake. Her wiha lêgerînên divê mehane bên kirin hefteyê an jî 10 rojan carê tên kirin. Berhemên em ji kantînê digirin jî tên desteserkirin.
 
‘Pirtûk tên sînorkirin’
 
Pêkanîna sînorkirina pirtûkan heye. Her kes dikare 10 pirtûkan ligel xwe bigire. Lê ev ji bo mirovên ku bi salane lêkolîn û xebatên wan hene têr nake. Qada xebatê tunebe jî ev pêkanîn pêkanîneke serdema navîn e. Ev nîşaneya tirsa ji zanîn û ronakbiriyê ye.”