Ji bo zaroka qetil kirin giliyê winda ye kirin

  • 10:48 2 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê berî bi 7 salan ji bo zaroka hat qetilkirin ji aliyê malbatê ve giliyê winda ye hat kirin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê zaroka hat qetilkirin de 3 kes hatin girtin.
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di sala 2013'an de derbarê zaroka bi navê A.Ç.(17) ku hat qetilkirin de malbata wê giliyê winda ye kiribû. Lê piştî bi 7 salan hat aşkerakirin ku zaroka hat gotin winda ye ji aliyê malbata xwe ve hatiye qetilkirin û cenazeyê wê hatiye nebedîlkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê A.Ç. de hat kirin ji 4 gûmanbarên hatin girtin 3 jê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin derket holê ku bavê A.Ç.  M.F.Ç. û xizmên wê di sala 2013'an de A.Ç. Qetlikirine û cenazeyê wê jî nebedîl kirine. Malbata ku zaroka xwe qetilkir di heman rojê de çûye giliyê ku zarok wenda bûye kiriye. 
 
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Mudiryeta Emniyetê ve derbarê bûyerê de hat dayîn, hat diyarkirin ku 4 kesên gûmanbarê bûyerê hatine binçavkirin, piştî derxistine dadgehê 3 kes ji wan hatine girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hatiye berdan
 
Lêpirsîna derbarê qetilkirina A.Ç. de ku ji aliyê dozgeriyê ve hatibû destpêkirin berdewam dike.