Konferansa TJA'yê di roja duemîn de berdewam dike
- 11:07 2 Sibat 2020
- Rojane
AMED - Konferansa TJA'yê ku bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe hene. Ji bo guhertinê li ser piyan e" da destpêkirin di roja duemîn de berdewam dike.
Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi tevlibûna 700 delegeyên ji gelek bajarên tirkiye û herêmê tevli bûn bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe hene. Ji bo guhertinê li ser piyan e" da destpêkirin di roja duemîn de berdewam dike. Konferansa ku li Amedê li saloneke dawetê tê lidarxistin hevkarên TJA, ji Herêma Federal a Kurdistanê, ji Înigilistanê rêxistinên jinan, nûnerên saziyên jinan, gelek nûnerên saziyên sivîl (STK) , Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bûn.
Jinên ku bi kelecaneke mezin tevli konferansê bûn kincên xwe yên kurdî li xwe kirin.
Herwiha li aliyekî jî zextên polîsan ên li ser jinan berdewam dikin, polîsên ku hatin salona konferansê, xwestin kompîturên jinên li salonê desteser bikin. Lê li ser bertekan polîs mecbûr man ku paşve gavê biavêjin.
Di konferansa ku bi govendê hat destpêkirin de li ser bihêzkirina hevgirtina jinan niqaş îro jî berdewam dikin.
Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.







