TJK-E'yê bi daxuyaniyekê qetilkirina jina kurd şermezar kir
- 13:06 2 Sibat 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya TJK-E'yê qetilkirina jineke kurd a Rojavayî li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê ku ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin bi tundî şermezar kir.
Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand qetilkirina jina kurd a Rojavayî ya li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand şermezar kir TJK-E'yê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Penabera kurd a Rojavayî Evîn Ekrem ku ji ber êrişên hevkariya Tirkiye-DAÎŞ'ê yên li dijî Rojava beriya du salan cih û warê xwe terikand û neçar ma koçber bibe, li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê li pêş çavên zarokên xwe ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin bi rengekî hovane hate qetilkirin. Em vê kuştina hovane, kujer û sîstema dewletê ya ku kujeran diparêze bi tundî şermezar dikin.
Bûyera kuştinê 29'ê Çileyê saet 20:00 li bajarê Lavrîoyê li stargeha penaberan a li avahiya qereqola polîsan a li bajarê Lavrîoyê li qatê jorîn ê qereqolê qewimî. Penabera Rojavayî Evîn Ekrem Alî (35) ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin Behzat Alî ve bi kêrê hate qetilkirin. Bersûcê ku piştî bûyera kuştinê reviya, ji aliyê penaberên kurd û polîsan ve piştî lêgerîna sê saetan hate girtin. Evîn Ekrem Alî ya ji Qamişloyê beriya du salan tevî malbata xwe hatibû Yewnanistanê û dayika çar zarokan bû.
'Dewlet û desthilatdar teşwîqî kuştina jinan dikin'
Berdewamiya daxuyaniya TJK -E'yê wiha ye "Di serdema heyî de tundiya li dijî jinê ji aliyê paşverûtiya zayendîperestiya civakî ve tê xwedîkirin û ya ku bi rengekî rêxistinbûyî vê tundiyê temsîl dike jî dewlet û desthilatdarî ye. Ji aliyekî ve ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê asteng bikin faşîzma li nava kolanan û malê xwedî dike, li aliyê din jî bi tu awayî ji tundiya rojane li jinan tê kirin û kuştina jinan neaciz e û teşwîq dike.
Qetilkirina jinan ne tenê li nava malbatê û qada cemaweriyê diqewime, di heman demê de dewlet pêşengiyê ji vê faşîzma zayendî re dike. Tundî ne tenê li dijî jinan tê kirin, di şexsê jinan de li tevahiya civakê tê kirin. Tundiya li jinê pirsgirêk û rojeva bingehîn a jinên cîhanê hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê jin cudahiya ziman, ol, nîjad û etnîkî deynin aliyekî, li hev kom bibin û rabin ser piyan. Kuştina jinê êdî qirkirina zayendî ye. Li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke hîn rêxistinbûyî heye. Jin bi têkoşîna rêxistinbûyî û yekîtiyê dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
Li dijî tundiya desthilatdariya dewletê û serdestiya mêr, em bang li jin-mêran ên li dijî tundî û çanda komkujiyê ne dikin ku li dijî qetilkirina jinan rabin, dengê xwe bilind bikin û em dibêjin; Ji bo jiyaneke azad em rabin ser piyan."







