Viyan Soran li Kantona Hesekê û Qamişloyê hat bîranîn
- 15:05 2 Sibat 2020
- Rojane
HESEKÊ/QAMIŞLO - Bi boneya 14'emîn salvegera şehadeta têkoşer Viyan Soran, li Kantona Hesekê û Qamişlo semîner hatin dayîn û Viyan Soran hat bîranîn.
Bi boneya 14’emîn salvegera şahadeta Leyla Welî (Viyan Soran) ku di 1'ê Sibata 2006’an de li Heftenînê li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya fedayî li dar xist, li bajarê Hesekê, yê Dêrîk û Tirbespiyê ku girêdayî Kantona Qamişloyê ne semîner hatin lidarxistin û Viyan Soran hat bîranîn.
Li hesekê Semînera bîranînê
Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi semînerekê têkoşer Viyan Soran di 14'emîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî.
Di semînerê de li ser jiyan û rola têkoşer Viyan di nav PKK'ê de hat nirxandin û wiha hate gotin: "Leyla Walî(Viyan Soran) ku bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê ye, di sala 1997’an de tevlî nava refên PKK’ê bû û di 1’ê Sibata 2006’an de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li herêma Heftanînê ya çiyayê Kurdistanê çalakiya fedayî pêk anî û agir berda bedena xwe. Şehîd rêka me ronî dikin , îro bi hezaran Viyan li ser şopa Viyan Soran dimeşin. Bi çalakiya xwe ji jinên Başûrê Kurdistanê û tevahî jinên kurd re mîrasek dewlemend bû.”
Semîner bi dirûşma "Bijî berxwedan" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Viyan Soran li Dêrîkê hat bîranîn
Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê, Rêxistina Kongreya Star semînerek da. Di semînerê de bi dehan endam, sazî û dezgehên jin amade bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Jiyan Dêrîk ve hat dayîn.
Di semînerê de wiha hate gotin: "Li ser Rêber Apo komploya navnetewî hat meşandin, îro jî komplo li ser Gelê Kurd tê meşandin. Li dijî komploya li ser Rêber Apo gelek çalakiyên fedaî hatin lidarxistin. Yek ji wan çalakiyan jî ya Viyan Soran bû. Viyan Soran bi sekin û jêhatîbûna xwe dihat nasîn. Em di kesayeta Viyan Soran de soz didin hemû şehîdan ku em ê heta dawiyê rêya wan bişopînin."
Piştî semînerê nameya Viyan Soran hat xwendin û sînevîzyonek têkîldarê jiyana wê de hat pêşkêşkirin.
Semîner bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
Li Tirbespiyê jî merasîm û semîner
Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star bi amadebûna dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Knatona Qamişloyê û gundewarên wê, endamên saziyên Rêveberiya xweser û endamên partiyên siyasî li hola Siyahî Viyan Soran di 14’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Biranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê kurte jiyan, tevlîbûn, têkoşîn û şehadeta têkoşer Viyan Soran ji aliyê Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star Asya Cuma ve hate vegotin. Sinevîsyonek li ser jiyana Viyan Soran hat pêşandan.
Bîranîn bi dilsozya ku ji têkşeran re hat dayîn bi dawî bû.







