Dewreya perwerdê ya ji bo jinan dest pê kir

  • 15:38 2 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Akademiya Şehîd Jiyan di sala 2003 de bi awayekî fermî hat vekirin û bu cihê ku jin bi her awayî xwe lê perwerde bikin.
 
Jinên li wergiha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur)  ku ev 26 sale wekî penaber dijîn, li gel ambargoyê bi awayekî rêk pêk perwerdaya xwe didin meşandin. Îro li Akdademiya Şehîd Jiyan dewreyek din a perwedeya jinan hat destpêkirin û ev dewra 20 kesan pêk tê.
 
Perwerdeya ku hat destpêkirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir û axiftina vekirinê ji aliyê Mamusteya Akademiyê Bêrîvan Botî ve hat kirin. Bêrîvan wiha got: " Îro salvegera Şehadeta Hevala Viyan e em di kesayeta wê de hemu şehîdên şoreşê bi bîr tinin û bejina xwe li ber bîranina wan ditewînin. Hatina her jinekê ya perwerdê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, ji ber yên herî zêde di nava siyasetê û jiyanê de kedê didin jin in. Her weha yên rojane rastî êrişan jî tên dîsa  jin in.   Ji bo vê yekê pêwiste jin di her alî de xwe perwerde bikin. Ji nan û avê zêdetir pêwistiya me bi perwerdê heye.
 
Mamoste Bêrîvan Botî di dawiya axiftinê xwe de wiha got: " Ji niha de em ji we hemuyan re serkeftinê dixwezin em di wê bîr û baweriyê de ne ku gelek tiştên  ji vê perwerdeyê jî werin girtin hene.