HDP'ê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Cizîrê pêk anî

  • 16:07 2 Sibat 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîrê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma "Bi hêvî û wêrekî xwe rêxistin bikin 
 
faşîzmê têk bibin" li Salona Konferansê ya navçeya Cizîrê pêk anî. Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç û Uzeyîr Kilinç hatin hilbijartin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîra Şirnexê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşms "Bi hêvî û wêrekî xwe rêxistin bikin faşîzmê têk bibin" li Salona Konferansê ya navçeya Cizîrê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP' ê Sezaî Temellî, Parlamaneterên HDP' ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, Parlamenterê HDP' ê yê Wanê Murat Sarisaç, Rêxistinên navend û navçeyên HDP yên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên Şaxa KESK'ê ya Şirnexê û gelek kes tevli kongreyê bûn. Li Salona Konferansê pankartên bi nivîsên, "Em ê Jin xeyal û armancên Asya, Sêvê, Pakîze û Fatmayan Di Têkoşîna xwe de bi cih bînin", "Me li ber xwe da, serî netewand. Bi me serbilind bin", "Hêvî em in Serkeftin ya me ye", "Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bi biryarin", "Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin", "Ji bo Azadî û Aştiyê Yekîtiya Neteweyî", "Jinên ciwan dê faşîzmê hilweşînin" hatin daliqandin.
 
‘Em ê teqez li Botanê bi ser kevin’
 
Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û di serî de Hevşaredara Cizîrê ku li  şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu axivî. Bêrîvan, anî ziman ku ji ber berxwedan û têkoşîna gelê Botanê gelek serbilindin û wiha domand: “Em ê teqez li Botanê bi ser kevin. Em bi saya têkoşîn û berxwedana gelê kurd û Botanê hene.”
 
‘Dawî çi dibe bila bibe em ê kurd biserkevin’
 
Bêrîvan, bal kişand ser qeyûmên ku tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Îro dibe ku qeyûm tayînî şaredariyên me hatibin kirin. Lê belê em nasekinin û em ê bi gel re bin. Teror û êrîşên HDP’ê nikarin me bidin sekinandin. Em ê bi berxwedana Gelê Kurd û Botanê îktîdara wan hiilweşînin û em ê wan ji wir daxînin. Dawî çi dibe bila bibe em Ê kurd biserkevin.”
 
‘Em ê hesab ji wan bipirsin’
 
Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sazaî Temellî  bi slavkirina gelê Cizîrê dest bi axaftina xwe kir û ev tiştan anî ziman: “Em tu carî teslîmî zilma faşîzmê nebûn. Em slavên xwe ji kesên berxweder re dişînin. Kesên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji destdan em bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ez li ber bîranîna Mehmet Tunç, Cemîle, Dayika Taybet û hevalên me serî ditevînim. Kesên ku jiyana xwe ji destdane em ê tu carî ji bîr nakin. Dema azadî û wekhevî pêk hat em ê hesab ji wan bipirsin.”
 
Ji bo HDP'ê Cizîrê piştî axaftinan  Guler Tunç û Uzeyîr Kilinç hatin hilbijartin.