ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'Î

  • 09:00 3 Sibat 2020
  • Rojev
*Hîvroja ku di  3 saliya xwe de bi dayika xwe re ket girtîgehê niha hem dayîka wê û hem ji bavê wê di girtîgehê de ne. Malbatê xwest ku dayîka Hîvrojê bê berdan. BI DÎMEN
 
*Jinên êzidî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdellah Ocalan nîrinên xwe anîn ziman û tecrîta ku tê meşandin şermezar kirin.
 
*ekîtiya Xwendekarên Efrînê yekem komîteya jinan di dibistanan de ava kir. Têkîldarê mijarê Rêveberiya Komîteya Jin û Xwendekarên Efrînê ev tişt ragihand: "Me hemû xwendekarên jin di bin komîteya jinê de bi rêxistin kirine û pirskirêkên ku tên jiyîn ev komîte çareser dike." BI DÎMEN
 
*Dayika bi nave Xanim Mustafa ya ji bajarê Girê Spî ye ku ji ber êrîşên dewleta tirk du caran koçber bûye, axivî û wiha got: "Ji ber êrîşên dewleta tirk, ez û zarokên xwe dûrî hevdu ketine, hêviyên me gelekin, em ê vegerin bajarê xwe." BI DÎMEN
 
*Yek ji gumanbarê komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç ji aliyê serokomar û serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû efûkirin. Zeynep Altinoklar bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku ji bo gumanbarên komkujiyê her tim şertên taybet hatiye pêkanîn û wiha got: “Merhemeta ku ji bo gelek kesên li girtîgehan nikarin jiyana xwe bidomînin pêk nayê, ji bo kesekî pêk tê.”
 
*Di doza Eylem Tîller ya hat qetilkirin de ev du sale hîna biryar nehatiye dayîn. Parêzer Zeynep Dîlek Polat ji bo runiştina ku wê di 4’ê Sibatê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin  banga xwedîderketina li dozê kir.
 
*Jinên li bazara taxê ya Seyhanê berhemên ku bi destê xwe hildiberînin difroşin, li dijî krîza aborî têkoşîna jiyanê didin. Jinan diyar kirin ku ligel zehmetiyan jî xebata jinê girîng e û gotin: "Ew bi rihê piştevaniya jinê kedê didin û divê hemû jin tevlî hilberînê bibin.” DÎMEN HEYE 
 
*Endama TMMOB’ê Arîn Zumrut der barê krîza aborî ya her diçe giran dibe de nirxandin kir û wiha got: “Li deverên cuda yên welat bûyerên întîxarê tên jiyîn. Civak hatiye vê astê, divê mirov runin û bifikirin.  Hewl tê dayîn ku mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Mirov di vê rewşê de jî dibêjin qey ew nikarin yên wan bi rêve dibin, rexne bikin.  Lê hêza me ya ku em biguherînin heye. Hun nikairn hemû barî bikin sutiyê gel. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Giştî ya OHD’ê parêzer Ayşe Acinikli sererastkitina qanûnî ya ku rayeya nobedaran berfireh dike nirxand û got: “Divê rayeya bikaranîn çekê nedin nobedaran. An jî wê pêşiya vê tu kes nikaribe bigire.” DÎMEN HEYE