‘Ji bo Hîvroj beyî hezkirina diya xwe mezin nebe divê diya wê bê berdan’

  • 09:01 3 Sibat 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
ERZEROM - Hîvroja ku di  3 saliya xwe de bi dayika xwe re ket girtîgehê niha hem dayîka wê û hem ji bavê wê di girtîgehê de ne. Malbatê xwest ku dayîka Hîvrojê bê berdan. 
 
Di sala 2015’an de li navçeya  Qereyaziyê Ela Kamiş bi minesebeta “ Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Ela li gel keça xwe ya 3 salî hatibû girtin û 12 sal cezaye girtîgehê lê hat birîn. Piştî  ku 6 sal di ser girtiyan Ela û keça wê re derbas bûn, ji ber ku keça wê ket 6 saliya xwe gotin "nikare di girtîgehê de bimîne" û ji girtîgehê hat derxistin. Piştî ku Hîvroj ji nav çar diwaran  derdiket vê carê jî bavê wê Davut Kamiş  bi hinceta “Endamtiy rêxistinê” hat girtin. Bav li Erzeromê û dayîk jî sirgunî girtîgeha Bayburtê ya tîpa M’yê hat kirin. Malbatê têkîldarî rewşa wan de axivîn û diyar kirin ku wekî her zarokekî mafê Hîvrojêye jî ku li gel dayik û bavê xwe mezin bibe û gotin ku ji bo Hîvrojê bêyî heskirina dayika xwe mezin bebe divê dawyika wê bê berdan. 
 
‘Ev 5 sale em îşkenceyê dibinîn'
 
Dayîk Mahîde Kamiş bi lêv kir ku dema ew diçin girtîgehê hevdîtinê bi heqeretên rêveberiya girtîgehê re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman:” Ev pênc sale buka min di girtîgehê de ye. Her mehê carekê em diçîn serdana wê. Lê bi rastî ji em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Ev pênc sale em ji ber çûyîna girtîgehê îşkenceyê dikşînin. Dema ku em diçîn girtîgehê hevdîtinê li me heqeretê dikin. Heta binê lingên me  dinêrin, pora me vedikin dinêrin. Dema ku em bi zarokên xwe re xeberdanê dirêj dikîn, bi awayeke keyfî cezayê qedexeya hevdîtinê didin girtiyan.   Li Bayburtê girtî di bin şert û mercên herî giran de dijîn.  Salekê hevdîtin û hevdîtina bi telefonê ji Elayê re qedexe kirin. Me salekê ne dengê wê bihîst û ne jî me ew dît. Nameyên wan ji me re nayên.  Piştî ku du meh di ser re derbas dibe nû nameyên wan ji me re tên. Li gorî kêfa xwe tevdigerin. Dilê wan bixwaze nameyan didin, dilê wan nexwaze nadin. Pirtûkên ku em dibin nadin wan. Ev zil me.”
 
‘Hîvroj bêyî dayîk û bavê xwe mezin dibe’
 
Mahîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew naxwaze neviya wê bê dayîk û bê bav mezin bibe û wiha dom kir:”Neviya min 7 salî ye. Li girtîgehê mezin bû. Piştî ku neviya min  ket 6 saliya xwe girtîgehê got êdî nikare li girtîgehê bimîne me ji anî cem xwe. Niha hem bavê wê û hem ji diya wê di girtîgehê de ne. Hîvroj bê dayik û bav mezin dibe. Ez hemû emr ê xwe bidimê ez nikarim wekî dayika Hîvrojê wê hembêz bikim. Azadiya zarokekê dayika wê û bavê wê ye. Hîvroj ji hezkirina diya xwe û bavê xwe bêpar e. Pêwîste diya wê bê berdan. Her roj dipirse dibêje ‘Diya min dê kengî were’ Ez her roj jê re dibêjim rakeve wê sibê were. Lê ev çend sal di ser re derbas bûn hêja nehatiye berdan. Ez êdî nikarim Hîvrojê bixapînim. Ji ber ku mezin dibe. “
 
‘Ji bo Hîvroj ji hezkirinê bêpar nemînin divê em bibin yek’
 
Mahideyê di dawiyê axaftina xwe de da zanîn ku ew tenê daxwaze ku buka wê bê berdan û ev tişt got:” Ez dixwazim ku ev heqereta li ser malbatên kurd bi dawî bibe. Zarokên kurd bila bê dayîk û bav mezin nebin. Pêwîste ku buka min bê berdan. Divê gelê me li dijî vê zilmê bibe yek. Tenê yêkitiya me dikare vê zilmê têk bibe. Ger em bibin yek em dikarin deriyên girtîgehan vekîn. Ji bo ku bi hezaran Hîvroj ji hezkirina dayik û bavên xwe bêpar nemînin divê em bibin yek.” 
 
‘Kurê min 6 mehe di hucreyê de ye’
 
Kalê Hîvrojê Servet Kamiş ji daxuyan ku bi polîtîkayên sirgûnkirinê dixwazin vîna malbatan bişkînin û got ku girtîgeh bûne qadên binpêkirina mafên mirovan û ev nirxandin kir:” Ji bo ku vîna malbatên kurd bişkînin serî li polîtîkayên sirgûnkirinê didin. Wekî me gelek malbat hene. Bi polîtîkayên sirgûnkirinê dixwazin malbatan îşkene bikin. Her roj li Tirkiyeyê  girtîgeh tên avakirin. Di şert û mercên girtîgehê de mafê mirovan tune ye. Ev 5 sale bûka min di zîndanê de ye. Bi zehmetiyên herî giran re rû bi rû ye. Piştî darbeya leşkerî êrîşên li ser girtiyan zêde bûn. Di çûyinê de em pir zehmetiyê dikşînin. 6 mehe kurê min hatiye girtin. Ji ber ku li ser navê kesekî îfade neda û ji bo ku îfadeyên xwe li gorî bîrdoziya xwe daye, ev 6 mehin di hucreyê de dimîne.”
 
‘Di hevdîtinan de dîmenên me dikşînin’
 
Servet diyar kir ku kurê wî di bin tecrîteke giran de têkoşina jiyanê dide û wiha domand:” Kurê min di bin tecrîteke mezin de ye. Dema ku em diçîn hevdîtinê çiqas ji destê wan were ji me re astengiyan derdixînin. Wekî malbat li ser me êrîşeke mezin heye. Dema ku em diçîn hevdîtinan gelek kursî hene, lê tenê yekê didin me. Dîmenên hevdîtina me dikêşin û her wiha 5-6 gardîyan li derdorê me disekînin heta ku em hevdîtinê dikin. Em nikarin tiştek biaxivîn.
 
Rêveberiya girtîgehê bi keyfî tevdigere. Em gelek zehmetiyên mezin dikşînin. Em dixwazîn ku komeleyên mafên mirovan ji me re bibin alîkar. Pêwîste em li zarokên xwe xwedî derkevîn. Lê çiqas li ser zîndanan êrîş hebin ji û çiqas ji me re astengiyan derbixînin ji em ê her tim li cem zarokên xwe bin.”