'Em azadiya Rêber Apo dixwazin'

  • 09:02 3 Sibat 2020
  • Rojane
Alams Neif/Alam Heci 
 
ŞENGAL - Jinên êzidî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdellah Ocalan nîrinên xwe anîn ziman û tecrîta ku tê meşandin şermezar kirin.
 
Di 9'ê Cotmehê da komployeke navneteweyî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Bi hevkariya dewletên navneteweyî û Amerika di 15 Şibata 1999'an de  Abdullah Ocalan di çarçoveya komployê de hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin.  Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan 21 sal e di Grava Îmralî da tê girtin û  dewleta tirk nahile ku parezer û malbat biçin hevditinê pê re pêk bînin. 
 
Jınên êzîdî ku li Şengalê li dijî tecrîta ku li  ser Abdullah Ocalan tê meşandin bertek nîşan dan, nerînên xwe derbarê komploya navneteweyî de anîn.
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ)  Amina Heci  derbarê girtina Rêber Apo da wuha nerîna xwe tînê ser ziman: “Di fermana 3 Tebaxa 2014'an de ku li ser me hat meşandin bi saya fikrên Rêber Apo û şervanên Rêber Apo em ji fermanê rizgar bûn. Em herdem minetdarê Rêber Apo ne. Îro bi saya fikerên Rêber Apo ciwan û jinên êzîdî berxwedana Şengalê mezin dikin û têdikoşin.
 
 'Em dixwazin ku rêber Apo azad bibe'
 
Emşê Reşo endam Meclîsa TAJÊ biboneya komploya li dijî Rêber Apo nerînên xwe wuha bi lêv dike: “ Di serî da em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Ji ber ku dewletên dagirker û Tirkiye ji Rêber Apo ditirsin. Ev 21 sal e Rêber Apo di zindana Îmrali da ye. Li ruxmî ku Rêber Apo di girava Îmralî da girtiye tû tişt nikarê me ji Rêberê me dur bixe. Îro em bi saya fikr û  ramanên Rêber Apo  xwe perwerde dikin. Em wek jinên êzîdî ji bo azadiya Rêberê xwe çi bikev ser milê me em ê bikin û em ê her dem li Rêberê xwe xwedî derbikevin.”
 
'Me nikaribû xwe ji fermanê rizgar bikira'
 
Wetha Reşo jî endama TAJÊ wek jinekê êzîdî komploya li dîjî Rêberê PKK'ê pêk hat şermezar kir û got: “ Heger ne şervanên Rêber Apo bûya di Fermana 3'yê Tebaxê de  jinên êzîdî û civaka êzîdî nikaribûn xwe ji fermanê rizgar bikira. Niha jinên êzîdî xwe li ser fikrên Rêber Apo  perwerde dikin. Jına êzîdî ne tenê ji ali fikrî da ji ali xweparastina cewherî da jî perwede dikin û edî li hemberî dijmin dikarin bi her awayî parastina xwe bikin. Bı saya Rêber Apo  jinên êzîdî bûn xwedî hêz. Em komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin û azadiya  Rêber Apo dixwazin.”