Zeynep Altinok: Merhameta ji bo kesî pêk nayê, ji bo gumanbarê Madimakê pêk tê
- 09:05 3 Sibat 2020
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Yek ji gumanbarê komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç ji aliyê serokomar û serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû efûkirin. Zeynep Altinoklar bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku ji bo gumanbarên komkujiyê her tim şertên taybet hatiye pêkanîn û wiha got: “Merhemeta ku ji bo gelek kesên li girtîgehan nikarin jiyana xwe bidomînin pêk nayê, ji bo kesekî pêk tê.”
Li Otela Madimak a Sêwasê di 2’ê tîrmeha 1993’an de komkujî pêk hat û di nav de hunermend, helbestkar û nivîskar jî hebûn 35 kesî jiyana xwe ji dest da. Ahmet Turan Kiliç yê ji ber komkujiyê rastî cezayê muebetê hat, bi hinceta tenduristiya wî ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve cezayê wî hat rakirin. Di doza sereke ya gumanbarê hatiye efûkirin cezayê muebetê hatibû erêkirin, doza der barê hinek kesên din de jî ji ber demboriyê ket. Doza gumanbarên fîrarî yên bi cezayên muebeta giran tên darizandin Murat Karataş, Eren Ceylan û Murat Sonkur jî hîna li Yekemîn Dadgeha Cezaya Agiran a Enqereyê didome. Di 18’ê adara 2020’an de rûniştinek nû tê dîtin. Keça helbestkar Metîn Altiok yê di Madimakê de hat qetilkirin, Zeynep Altiok bertek nîşanê efûkirina gumanbarê komkujiyê da.
Zeynebê bi lêv kir ku 26 sal in di doza komkujiya Sêwasê de edelet pêk nayê û got di seranserê pêvajoyê de pêkanînên dijhiqûqî pêk hatine û got: “Di vê pêvajoyê de sûcê mirovahiyê ket ber demboriyê. Me wê demê got ‘divê sûcê mirovahiyê nekevin ber demboriyê’ û me got divê ev ji destûra bingehîn re bê ragîhandin. Me digot wê demborî tune be, lê me qet nedigot ku wê serokomar ji bo sûcên mirovahiyê efûyê wê bîne.”
‘Serokomarekî ji komkujiyê raziye, heye’
Zeynebê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di sûcên mirovahiyê de divê mijarên wekê sira dewletê, demborî û efû muaf bên girtin û wiha berdewam kir: “Em li dijî vê rewşê matmayî neman. Ji serî de serokomar gumanbar mexdûr didît. Serokomarekî ku, ji demboriya dozê razî û vê bi ‘xêr’ dibîne heye. Ev efû bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”
‘Merhemet ji bo yek kesî pêk tê’
Zeynebê destnîşan kir ku wê heta dawî têkoşîna xwe bimeşînin û got tahliyekirin û efûkirina her nexweşî ne pêkane û wiha dawî lê anî: “Pêkanîna pîvanên hiqûqê esas e. Ger dewleteke hiqûqî be wê ji xwe ev mekanîzma pêk bên. Neçar e ku em balê bikşînin ser newekheviya di vir de. Mînak di raya giştî de tevî hat gotin Selahattîn Demîrtaş giran nexweş e jî destûr nedan sewqa wî bê kirin. Gelek kesên li girtîgehê hewcedariya wan bi lênerînê heye û nikarin di girtîgehan de jiyana xwe bidomînin. Merhemeta ji bo wan nayê nîşandan ji bo yek kesî tê nîşandan û ev jî gelek bi naqok e. Ji bo gumanbarên komkujiyê her tim şertên taybet hatin pêkanîn. Tu aliyê vê yê bê qebûlkirin tune.”







