Z.M.O ji aliyê çeteyan ve bi tecawizê re rûbirû ma
- 09:16 3 Sibat 2020
- Rojane
EFRÎN - Jina bi navê Z.M.O a ji gundê Hesen Kelkawî ye ji aliyê çeteya bi navê Ebû Elî ya ji tabûra çete El Hemzet ve beriya 10 rojan hatiye revandin.
Piştî êrîşên dewleta tirk û hevkerên wê li Efrînê, sivîl hatin qetilkirin û rewandin. Hemû cureyên kiryaran li Efrînê hatin meşandin. Li gor çavkaniyên ku li herêmê hatiye girtin jina bi nave Z.M.O a ji gundê Hesen Kelkawî ya navçeya Reco ya Efrînê, ji aliyê çeteya bi nave Ebû Elî ya ji tabûra çeteyên El Hemzet ve beriya 10 rojan hatiye revandin.
Z.M.O piştî hat revandin ji aliyê 7 çeteyan ve bi tecawîzê re rûbirû maye. Z.M.O li Idlibê hat dîtin û malbatê wê derbasî gel Z.M.O dibin. Ji ber rewşa wê yê tendûristiyê ne başe di beşa giran a nexweşxaneyê de tê tedawîkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyan bavê Z.M.O bi çeteyan re dixebite.







