Meclîsa Gel a Mexmûrê banga hişyariyê kir
- 10:01 3 Sibat 2020
- Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyeke giştî êrîşa li hemberî wargehê şermezar kir û bang rayedarên Iraqê û raya giştî ya navneteweyî kir ku xwe dî li Mexmûrê derkevin.
Li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh piştî nîvro komek çeteyên DAIŞ'ê êrîşê wargehê kir û di encamê de şivanek birîndar bû. Piştî ku Hezên Parastina Cewherî mudaxale kir êrîş hat rawestandin û 2 çete hatin kuştin. Li ser êrîş û pevçûnên rudayî hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Haci Kaçan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di sala 2014'an de jî DAÎŞ êrîşê Mexmûrê kiribû û wiha hat gotin: "Ji hêla Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê ve êrîş hat rawestandin. Di sala 2014' an de jî DAÎŞ êrîşê li wargehê kiribû. Di vê demê bedelên giran hat dayîn û îro dîsa heman êrîş pêk hatin. Duh di encama êrîşê de şivanek birîndan bû û 2 cete jî hatin kuştin. Niha rewşa wargehê aram e."
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em bang dikin ku xwedî li wargehê derkevin. Her wiha divê hêzên parastina mafên mirovan ên Iraq û yên navneteweyî xwedî li Mexmûrê derkevin"







