DFG: Pêkûtiyên li ser rojnamegeran dewam dikin

  • 10:04 3 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - DFG'ê rapora meha destpêka 2020'an a derbarê zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê û rojnamegeran aşkere kir. Li gor rapora DFG'ê ya ku hat aşkerekirin zext, binçavkirin, girtin, betalkirina qertên çapemeniyê yên rojnamegeran dewam kir. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) rapora meha destpêka 2020'an a derbarê zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê û rojnamegeran aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku êrîş, pêkûtî û zextên li ser rojnamegeran de dewam dike. Her wiha hat gotin ji ber dîtina mijaran a ji desthilatê cuda, doz li manşetên rojnameyan hat vekirin û kedkarên çapemeniyê ketin ber lêpirsînan. 
 
Di berdewamiya rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê de wiha hat gotin:
 
"Di meha destpêkê ya sala 2020’an de jî zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê û rojnamegeran berdewam kirin. Kedkarên çapameniyê, bi gelek pirsgirêk û astengiyên cuda re rû bi rû man. Doz li wan hatin vekirin û ceza li wan hatin birîn. 
 
Li gel ku di sala 2019’an de pakêteke darazê hatibû amadekirin û qaşo hin sererastkirin ji bo sazî û dazgehên çapameniyê jî hebûn, di vê mijarê de tu guhertin pêk nehatin. Weke berê êrîş û zehmetî ji saziyên çapameniyê re hatin derxistin û rojnameger ji karê xwe hatin dûrxistin. Bi vê yekê tê xwestin ku bi rêya çapameniyê tu dengekî mûxalîf li dijî desthilatê dernekeve. Ji bo vê yekê rojnameyên ku weşaneke muxalîf dikin, danekirinên îlanan li ser wan hatin sepandin. 
 
Dîsa ji ber dîtina mijaran a ji desthilatê cuda, doz li manşetên rojnameyan hat vekirin û kedkarên çapemeniyê ketin ber lêpirsînan. Nêzî hezar rojnamegerên ku bi awayekî azad dixebitin û qelemşoriya desthilatê nakin qertên wan ên zer ên çapameniyê hatin betalkirin. Lê ji bertekên zêde yên ji bo vê yekê careke din qert hatin çalakkirin. Lê ji hêla serokkomariyê ve hat ragihandin ku ev qert di nirxandinê de ne. Bi çavê desthilatê heke tu ji bo berjewendiyên wê nexebitî û di weşanên xwe de propagandaya wê nekî tu ne rojnameger î. Bi vê rêbazê tê xwestin ku her rojnameger xizmeta desthilatdariyê bike. 
 
Ji ber van pêkanîn desthilatê, mirov nikare li Tirkiyeyê qala azadiya çapameniyê bike û roj bi roj rêza Tirkiyeyê ya di azadiya çapameniyê de bi paş de dikeve.
 
Em weke komele, daxwaz dikin ku zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê bên bidawîkirin û qadeke ku rojnameger karibin bi awayekî azad kar û xebatên xwe lê bimeşînin bê avakirin. Em diyar dikin ku heta azadiya çapemeniyê pêk bê dê têkoşîn û xebatên xwe yên ji bo vê yekê bidomînin. 
 
Daneyên statîk ên rapora binpêkirina mafên rojanamegeran:
 
* Derbarê 2 rojnamegeran de doz hat vekirin.
 
* 12 rojnameger hatin darizandin. 
 
* 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hat birîn. 
 
* 2 rojnameger tehliye bûn.
 
* Qertê zer ê çapemeniyê yên nêzî hezar rojnamegerî hat betalkirin û paşê dîsa hatin çalakkirin.
 
* 7 rojnameger ji kar hatin derxistin