TUÎK: Buhayên 268 madeyan zêde bûn

  • 11:33 3 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TUÎK'ê enflasyona meha çîleyê aşkera kir û got buhayê 268 madeyan zêde bûye. Li gorî TUÎK'ê, enflasyona salane ji sedî 1.35 gihaşt 12.15'an.
 
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona meha çileyê aşkere kir. Li gorî vê yekê di meha çileyê enflasyona salane ji sedî 1.35 zêde bû û gihîşt 12.15. Li gorî heman meha sala derbasbûyî bûhabûn ji sedî 14.52 zêde bibû. 
 
Komên bingehîn ên ku li gorî heman meha sala derbasbûyî buhayê wan zêde bû, ji sedî 42.21 vexwarinên bi alkol û tûtin, ji sedî 15.11 perwerde û ji sedî 15.01 jî mal û xizmetên cuda ne. Zêdebûna herî kêm a salane ji sedî 2.14 li koma ragihandinê bû.
 
Li komên lêçûnên bingehîn jî di meha çileya 2020'î de herî zêde ji sedî 4.88 li mal û xizmetên cuda, ji sedî 4.65 li xwarin û vexwarina bi alkol û ji sedî 3.96 jî li qada tenduristiyê buhabûn. 
 
Li gorî daneyên TUÎK'ê di çileya 2020'an de ji 418 madeyan buhayê 25 madeyan neguherî, lê belê buhayê 268 madeyan zêde bûn.