'Êrîşa li hemberî Mexmûrê zindîbûna DAÎŞ'ê nîşan dide'

  • 11:35 3 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - Lijneya Navendî ya HDP'ê têkildarî êrîşa li hemberî Mexmûrê daxuyanî da û diyar kir ku êrîş zindîbûna DAÎŞ'e nîşan dide. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrîşa DAÎŞ'ê ya li hemberî Mexmûrê daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku DAÎŞ'ê duh li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrîş pêk aniye û wiha got: "AKP dem bi dem kampa Mexmûrê hedef nîşan dide. Piştî vê hedefnîşandanê êrîş pêk hatin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûne."
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku di têkoşîna QSD’ê ya li hemberî DAÎŞ'ê de, DAÎŞ li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat asta xelasbûnê û wiha dom kir daxuyanî: "Lê piştî dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ ji nûve zindî bû. DAIŞ'ê bi êrîşa li hemberî Mexmûrê nîşan dide ku ji nûve zindî bûye. Êrîşa DAÎŞ'ê ya li hemberî Mexmûrê wekî êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Kobanê ye. Ev êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kurdan êrîşa tolhildanê ye. Kurdan li pêş belavbûna xwe ya li cîhanê wekî asteng dibinin.