'Em ê îdeolojiya jinên kurd li her dera cîhanê belav bikin'

  • 11:54 3 Sibat 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Neslîhan Acar li ser konferansa TJA'yê ku 2 rojan berdewam kir  nirxandin kir û got, "Em ê destkeftiyên xwe di hemû şert û mercan de biparêzin û zêde bikin.  Wekî tevgera jinên kurd di serî de li Kurdistanê em ê li her dera cîhanê îdeolojiya jinên kurd belav bikin. Çawa ku li Rojava jinan ji şoreşê re pêşengtî kir, li cîhanê jî ji bo ku jin azad bibin em ê pêşengtiyê bikin."
 
Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe hene" di 2'yê Sibatê de hat destpêkirin hat destpêirin bi dawî bû. Konferansa ku bi coşeke mezin hat destpêkirin, jinên ku ji gelek bajaran tevli bûn bi kincên xwe yên neteweyî rengekî din danê. Di konferansa ku du rojan berdewam kir de niqaşên girîng hatin kirin.Bi taybetî di mijara qirkirina jian de û êrîşên li ser destkeftiyên jinan derketin pêş û jinan li ser bihêzkirina yekitiya jinan li hev kirin.  Di konferansê de jinan bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî jî û ji bo pêşxistinê nexşerêyek diyar kirin.   
 
'Dema ku em amadekariya konferansê dikir jî em bi kelecan bûn'
 
Aktîvîsta TJA'yê Neslîhan Acar, li ser konferansa ku du rojan berdewam kir û encamên wê nirxandin kir. Neslîhanê diyar kir ku zêdeyî 700 delegeyî tevli konferanê bûne û got ku ev konferans ji bo jinan gelek girîng bû. Neslîhan wiha berdewam kir: "Beriya ku em konferansê pêk bînin em gelek axivîn û me niqaş kir. Dema ku me amadekariya vê konferansê dikir jî em gelek bi kelecan bûn.  Ji ber ku di serdemeke wiha dîrokî de hatina gel hev a bi 700 jinan re û wekî jin gotina xwe gotin ji bo me gelek girînge. Li gel vê wekî hûn jî dizanin êrîşên li ser destkeftiyên jinan gelek zêde ne, her roj jin tê qetilkirin û tundiya li ser jinê derketiye lutkeyê, jinên ku xwe birxêstin dikin û li ber xwe didin her roj tên binçavkirin û girtin û bi dehan siyasetmedarên me di girtîgehan de ne."
 
'Polîtîkayên şerê taybet di dewrê de ne'
 
Neslîhanê diya kir ku di konferansê de masiyên hatin jiyîn jî hatine nirxandin û  got ku sala 2019'an ji bo jinan bû sala têkoşînê. Neslîhanê diyar kir ku di sala 2019'an de jin her roj li qadan bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Heta ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi dawî bû jin li qadan bûn. Me bi dayikên girtiyan re ji berxwedana greva birçîbûnê re pêşengtî kir.  Têkoşîneke me jinan a bi salan heye û îro ev têkoşîn berdewam dike.  Kampanyayek ku me bi dirûşma 'Tu jî rabe ser piyan' da destpêkirin heye, di çarçoveya vê kampanyayê de kolaneke ku em neçûnê, taxek û maleke ku em neçûnê nema.  Jinek li ku hebû ji bo em xwe bigihîninê çi ji destê me hat me kir.  Wê xebatên me berdewam bikin. Niha li herêmê û bi taybetî jî li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne. Jin tên windakirin, qetilkirin, kujerên wan nayên girtin û bi taybetî jinên ciwan ber bi întîharê ve tên dafdan.  Di konferansê de em li ser van mijaran zêde sekinîn. Em li ser ku em li dijî van pêkanînan çawa li ber xwe bidin rawestiyan û me niqaş kir."
 
'Em ê jineolojiyê ji hemû jinan re ragihînin'
 
Neslîhanê got, "Em rêxistina jinê ne, em tevgereke jinê ne û divê ku li hemû cihê em lê bin em jinan bi rêxistin bikin", Tirkiye bûye gitîgehek servekirî û ji vê jî herî zêde jin neyînî bi bandor dibin.  Neslîhanê wiha  axaftina xwe berdewam kir, "Piştî OHAL di sala 2016'an de hat îlankirin qeyûm tayînî şaredariyan kirin û saziyên jinan hatin girtin. Bi girtina sazyên jinan re careke din zîhiniyeta xwe ya dijminantiya jinê danîbûn holê.  Pişt re êrîşî jinên birêxistin û yên ku jin birêxistin dikirin kirin.  Ev êrîş hîn jî berdewam dikin. Wekî jin em li ser ku em çawa dikarin van zincîran biqetînin axivîn.  Bi taybetî me li ser saziyên jinan ên li Kurdistanê hatin girtin em ê şûna wan çawa tijî bikin niqaş kir.  Em hatin asta ku em bi gelek jinên dildar re dikarin navendeke serlêdanê vekin. Her çend ku hîna ne zelal jî be planekî me yê bi vî rengî heye.  Me wekî TJA'yê biryar ku em ê li qadan agahdarkirina jinan perwerdeya wan zêdêde bikin da.  Em ê hewl bidin ku hejmarên Jineolojiyê li hemû jinan belav bikin û ji bo jin hêza xwe bizanibin jî em ê xebatan bidin meşandin."
 
'Em ê îdeolojiya jinên kurd li tevahiya cîhanê belav bikin'
 
Neslîhanê diyar kir ku wan biryara ku jin zimanê kurdî biparêzin dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me li ser mijara ku em ê hemû nirxên Kurdistanê biparêzin û pêş bixin li hev kir. Me biryara ku em ê li her derê zimanê kurdî biparêzin û xebatên çandê jî bikin nava xebatên xwe da.  Em ê li dijî poîtîkayên tundiyê li ber xwe bidin.  Em li dijî tundî û êrîşa zayend, destdirêjiyê gavê paşve navêjin û li gel jinên ku bi van pêkanînan re rûbirû dimînin bin.  Heta ku hemû jin azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê destkeftiyên xwe li her derê biparêzin.  Wekî tevgera jinên kurd di serî de li Kurdistanê  em ê li her dera cîhanê îdeolojiya jinên kur belav bikin.  Çawa li Rojava jin bûn pêşengên şoreşê, ji bo ku hemû jinên cîhanê bên azadkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî ku me encamnameya konferansa xwe jî amade kir em ê ji çapemeniyê re ragihînin. Di encamnameya me de wê agahî berfirehtir bin."