Li Şehbayê jin ji bo şermezarkirina komployê meşiyan

  • 15:10 11 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya salvegera  komploya 15’ ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger, meşek li  dar xist.
 
Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrîn û Şehbayê, meşek li dar xist. Tevahî sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî meşê bûn. Meş ji gundê Til Qirehê yê Şehabyê dest pê kir û li  qada Meclisa Malbata Şehîdan rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên Tevgera Jinên Ciwan hatin hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin.
 
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê Evîn Bîlal axivî û wiha got:"  Em salvege 22’emîn a  kompolya navneteweyî  ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şermezar dikin. Armanca wan a sereke ew bû ku fikir û ramanên netewa demokratîk di nava gelê Rojhilatê Navîn de, bidin fetisandin. Lê têkoşîna gelê me ev komplo vala derxist. Em jinên ciwan soza xwe nû dikin  ku em ê azdiya Rêberê xwe mayinde bikin." 
 
Meş bi dirûşma"Bijî Serok Apo" bi dwî bû.