Insiyatîfa Parastin a Hiqûqî: Em ê binpêkirina mafan ji raya giştî re ragihînin

  • 16:33 11 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Insiyatîfa Parastina Mafê Hiqûqî qonaxa yekemîn a hemleya komkirina imzekirina daxwazên ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, weke sûcên qirkirinê were dîtin bi daxuyaniyekê bi dawî kir.
 
Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encama van êrîşan de bi hezaran sivîlî jiyana xwe ji dest dan, birîndar û koçber bûn. Îro Insiyatîfa Parastina Mafê Hiqûqî bi daxuyaniyekê qonaxa yekemîn a hemleya komkirina imzekirina daxwazên ku êrîşên dewleta tirk  ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, weke sûcên qirkirinê were dîtin bi dawî kir. Daxuyanî ji aliyê Şêwirmendê Yasayî yê Insiyatîfa Parastina mafê mirovî Liqman Ibrahîm ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Me wekî Insyatîfa Parastina Mafê Mirovî di vê hemleyê de ji şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ku di kampan  de dijîn, sed û hevde hezar îmze hatine kom kir. Ev hemle bi pêşengtiya komîteya sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd e û navenda wê Başurê Kurdistanê ye, qonaxa yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û ya duyemîn jî dê ji koçberên Sûrî ên li Başurê Kurdistanê bi cih bûne were destpêkirin. Piştî bidawîkirina vê hemlê dê bi belge werin pêşkêşkirin ji raya giştî û rêxistinê mafê mirovan da ku were teqezkirin ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dibe sedema sûcê qirkirinê.
 
Dewleta tirk herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirin pêk anî.  Ji bilî komkujiyan, dizî, kuştin, talanî, tecawiz, armanc girtina jin û zarokan, jêkirin û şewitandina daran, reşkirina dîrok û çanda gelan, diziya şûnwaran, guhertina kevneşopiya civakê, ferzkirina siyaseta paşverûtiya olî, hilweşandina goristanên pêkhateyên olên cuda û bikaranîna çekên qedexekirî hemû sucên qirkirinê yên li dijî mirovahiyê ye.
 
Em bang li rêxistinên mafê mirovan, civaka navneteweyî û saziyên pêwendîdar dikin ku rê li ber dagirkeriya dewleta tirk bigirin da ku gelê koçber bûne vegerin ser xaka xwe û kesên sucdar bên cezakirin."