ROJEVA 12'Ê SIBATA 2020'AN
- 09:00 12 Sibat 2020
- Rojev
*Endama TEV-DEM û Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, derbarê geşedanên rewşa aloziya Sûriyeyê û rewşa li Rojhilata Navîn de nirxandinên girîng kir. Fozayê wiha got:"Hêzên hegemonîk dixwazin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe parçe bikin. Hêzên desthilatdar ên ku li ser vî erdî şer dikin ne ji bo aramiyê ne. Ev şerê qezenc û dagirkeriyê ye. Siyasetên ji aliyê desthildatdar û dagirkeran ve tên kirin tenê ji bo berjewendiyên wan e." DÎMEN HEYE
*Jinên bajarê Dêrikê komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê şermezar kirin û gotin: "Komploya navneteweyî îro jî li ser Gelê Kurd dewam dike, lê bila hemû cîhan jî baş bizanibe em tune nabin û em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin komplogeran." DÎMEN HEYE
*Jinên ji pêkhateyên Ereb diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe wan ji hişmendiya desthilatdariyê rizgar kiriye û gotin: "Ramanê Rêber Apo di nava hemû civakê de belav bû. Fikrên Abdullah Ocalan rêya xelaskirina ji bindestiyê ye."
DÎMEN HEYE
*Karasetên xwezayî li pey hev tên jiyîn û endama Lijneya ÇMO ya Stenbolê Dîlek Yuksel diyar kir ku israra di kanal Stenbol, santrala nukeler HES’an de karasetên xwezayî zêde dike û got: “Bi destpêkirina çêkirina projeya Kanal Stenbolê re wê li Stenbolê bêavî, pirsgirêkên trafîk û cînayetên kar bên jiyîn.”
*Li Mêrdînê zarokekî 17 salî li hember gelek zarokan êrîşa zayendî pêk anîbû û piştî îdianameya derbarê wî de hat amadekirin şûnde wê rûniştina wî ya yekem di 4’ê nîsanê de bê dîtin.
* Kerîme Demîr a di temenê biçûk de bi koçberî, zexta dewletê û şîdeta mêr re hat rû hev, zor û zehmetiyên di jiyana xwe de dîtiye bi kilaman vedibêje.DÎMEN HEYE
*Rêvebera MED-TUHAD-FED’ê Bahar Akyapi bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîghan û wiha got: “Li girtîgeha Tîpa L ya Xarpêtê bi hinceta ‘di koguşê de tadîlat heye’ girtiyên siyasî birine cem girtiyên edlî. Girtiyên edlî yên siyasî tehdîd dikin. Girtiyan di serlêdanê de diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune ye.”DÎMEN HEYE
*Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yusif, geşedanên dawî nirxand û da zanîn ku divê Gelê Kurd li hember siyaseta qirkirinê, hebûna xwe ya siyasî biparêzin û got: "Yekîtiya kurdan di aliyê çandî, civakî, leşkerî, siyasî û dîplomasî de girîng e." DÎMEN HEYE







