'Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin komplogeran'

  • 09:02 12 Sibat 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê  komploya navneteweyî  ya 15'ê sibatê şermezar kirin û gotin: "Komploya navneteweyî  îro jî li ser Gelê Kurd dewam dike, lê bila hemû cîhan jî  baş bizanibe em tune nabin û em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin komplogeran."
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî hat dîlgirtin. Komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de heta roja me ya îro li ser Gelê Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Jinên bajarê Dêrîkê li ser komploya navneteweyî nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Komplo li ser Gelê Kurd dewam dike'
 
Sebah Elî komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Em komploya li ser Rêber Apo hatiye meşandin şermezar dikin. Roja 15'ê Sibatê ji bo me rojek reş e, ji ber di wê rojê de Rêberê me hat dîlgirtin. Komploya navneteweyî îro jî li ser Gelê Kurd dewam dike, lê bila hemû cîhan jî baş bizanibe em tune nabin û em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin komologeran."
 
'Em ê bi fikrê Rêber Apo têbikoşin'
 
Fatma Hemîd jî helwesta xwe wiha anî ziman: "15'ê sibatê ji bo Gelê Kurd rojek reş e û em hemû gel di wê rojê de li ser piyan in û komploya navneteweyî şermezar dikin. Rêberê me niha di zîndanê de ye, lê fikrên wî yên azad her di nava civakê de ye. Em ê her bi fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşin û komployê têk bibin."
 
'Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ronî da jiyana me'
 
Samiya Xelîl a ji pêkhateya ereb e nêrîna xwe wiha parve kir: "Ji ber Rêber Apo li dijî zilim û neheqiyê bû, her dem dixwest ku jin bigihêje mafê xwe, dewletên dinyayê tirsiyan û komplo pêk anîn.  Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ronî da jiyanê me. Ji bo wê jî em ê ji bo azadiya Rêber Apo her têbikoşin."