Jinên Ereb: Fikrên Abdullah Ocalan rêya xelaskirina ji bindestiyê ye
- 09:03 12 Sibat 2020
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jinên ji pêkhateyên Ereb diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe wan ji hişmendiya desthilatdariyê rizgar kiriye û gotin: "Ramanê Rêber Apo di nava hemû civakê de belav bû. Fikrên Abdullah Ocalan rêya xelaskirina ji bindestiyê ye."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ramanê xwe her tim girîngî da jinê û ji bo têkoşîna wê ya azadiyê her di nava hewildanê de bû. Di parêzname û perspektîvên ku Abdullah Ocalan nivîsandiye teqez dike ku bêyî azadiya jinê civak azad nabe. Li ser vê yekê bi hezaran jin, ol û netewên cuda ramanên Abdullah Ocalan pejirandin û banga azadiya wî dikin. Têkildarî vê mijarê jinên pêkhateyên ereb ji ajansa me re axivîn û gotin: "Em deyindarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne."
'Em deyindarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne'
Jina bi navê Intisar Hemadî anî ziman komploya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye pilankirî ye û wiha pê de çû: "Dewletên faşîst di serî de dewleta tirk ji ramanê Rêber Apo yê azad ditirse. Lewma di roja me ya îro de tecrîdê giran dike. Ji ber ku Rêber Apo girîngî daye azadiya jinan, em wekî jin deyindarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Bi saya ramanê Rêber Apo îro jin di her qadên jiyanê de di aliyê leşkerî, siyasî û rêveberiyê de roleke girîng dilîze."
'Ramanê Rêber Apo di nava civakê de belav bûye'
Intisarê di dewama axaftina xwe de wiha got:"Tecrîdeke girînkirî li ser Ocalan hatiye ferzkirin. Lê tevî vê yekê ramanê wî di nav civakê de belav bûye. Isbata vê yekê şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gel bi saya ramanê Ocalan xwe bi rêxistin kir û xwe bi rê ve dibe."
'Fikrê Rêber Apo rê da jinan ji bo azadiya wê û civakê'
Bera Salih ku ji pêkhateyên ereb e bal kişand ser bandora kevneşopiyên civakê yên li ser jinê û wiha domand: "Sîstemên desthilatdar di rêya jinê de civakê dikin koleyên xwe. Kevneşopiyên ku civaka me ya ereb jî bandorek pir mezin li ser jinan kiriye û jin wekî amûrekê tê dîtin, lê ramanê Rêber Apo ji bo azadiya jinê û civakê rê da jinan . Mirov dikare bêje ku civaka ereb jî bi saya fikrê Rêbertî pêş ket, lê hîn jî têkoşînek mezin pêwist e."
'Pêwist e rêxistinên mirovî bi cidî nêzî karê xwe bibin'
Berayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku rêxistinên mafên mirovan ku qaşo doza mirovahî û mafên mirovan dikin rola rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nalîzin û wiha got: "Divê rêxistinên mafên mirovan rola xwe bi awayekî dirust pêk bînin û dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin û wî azad berdin da ku di nav gel û axa xwe de be. Çiqas tecrîdê giran bikin ew nagihêjin armanca xwe ji ber ku me fikrê Rêbertî hilbijartiye. Fikrên Abdullah Ocalan rêya xelaskirina ji bindestiyê ye"







