‘Girtiyên siyasî ji aliyê girtiyên edlî ve tên tehdîdkirin’

  • 09:11 12 Sibat 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Rêvebera MED-TUHAD-FED’ê Bahar Akyapi bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîghan û wiha got: “Li girtîgeha Tîpa L ya Xarpêtê bi hinceta ‘di koguşê de tadîlat heye’ girtiyên siyasî birine cem girtiyên edlî. Girtiyên edlî yên siyasî tehdîd dikin. Girtiyan di serlêdanê de diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune ye.”
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehê roj bi roj zêde dibin. Rêvebera Federasyona Piştevanî û Hiqûqî ya Girtî û Malbatan a MED (MED TUHAD-FED) Bahar Akyapi bal kişand ser binpêkirinên mafan û rewşa dawî ya girtîgehan nirxand.
 
‘Aktîvîteyên sporê tên qedexekirin’
 
Baharê destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiye û herêmê binpêkirinên mafan gihaştine asta herî jor û girtî rastî pêkanînên nebaş û îşkenceyê tên. Baharê wiha got: “Lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Li girtiyên ku di hucreya yek kesî de dimînin jî jimartina li ser piyan tê ferzkirin. Aktîvîteyên sporê tên qedexekirin. Name, rojname û pirtûk nayên dayîn. Rojname bi giştî hatine qedexekirin. Her çar alî girtîgehê bi kamerayan xemildandine. Odeyên hevdîtinan jî kamera lê bicih kirine. Alavên kirtasiyê nadin girtiyan. Cil û bergan nadin girtiyan.”
 
‘Ava serebê didin girtiyan’
 
Baharê di berdewamiyê de bi lêv kir ku bi taybet li ser girtiyên nexweş zext tên meşandin û got: “Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Demên dawî de cenaze jî ji girtîgehan tên. Bi awayekî kêfî girtiyan nabin revîrê jî. Yên serlêdanê dikin jî 15 roj şûnde bersiva wan didin. Nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî bi kelepçê dibin û li ser piyan derman dikin. Bi taybet ev pirsgirêk li girtîgehên herêmê tê meşandin. Ava germ nadin girtiyan. Avê dibirin. Li Panosê ava serebê didin girtiyan. Gelek girtî ji ber vê ava pîs nexweş ketin. Li girtîgeha Tîpa L ya Rîzediyê bi hinceta di koguşê de tadîlat heye girtiyên siyasî birine cem girtiyên edlî. Lê girtî rastî tehdîda girtiyên edlî tên. Di serlêdanên hatine kirin de diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune ye.”
 
‘Dixwazin malbatan jî tecrîd bikin’
 
Baharê di berdewamiyê de destnîşan kir ku bi taybet li hember cil û bergên girtiyên jin mudaxaleyek cidî heye û got: “Girtiyên jin nikarin tîşortên skûra ‘v’ li xwe bikin. Ev dibe hinceta şewitandin înfazê. Hewcedariyên taybet yên jinan nayên dayîn. Ped nayên dayîn. Malbatên diçin hevdîtinê jî rastî zextan tên. Nahêlin malbat silavê bidin girtiyekî din. Hewl tê dayîn ku malbatan jî tecrîd bikin.”
 
‘Em ê şopdarê bûyerê bin’
 
Baharê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser serlêdanên ji bo ÎHD’ê tên kirin û got: “Em wek Baroya Amedê û ÎHD’ê hevpar dixebitin. Em ê şopdarê binpêkirinên mafan yên girtîgehan bin. Em dixwazin demildest ev pirsgirêk çareser bibin. Em ê şopdarê van binpêkirin û îşkenceyan bin.”